Jinên ÎHD'yî der barê 25 Mijdarê de daxuyanî dan

15:22


ADANA - Li Edeneyê jinên ÎHD'yê diyar kirin ku dê jin li dijî şîdeta mêr li ber xwe bidin.

Komîsyona Jinan a ÎHD'a Edenyeê der barê 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li ser Jinê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'a Edeneyê Denîz Uslu axivî û diyar kir ku bi hatina OHAL û bi ryarên KHK'ê şîdeta li ser jinan zêde bûye û destnîşan kir ku AKP'ê li dijî jinan şer daye destpêkirin.