'Em ê li dîroka 25'ê Mijdarê ya berxedanê xwedî derkevin'

16:38


RIHA - Di daxuyaniya derbarê 25'ê Mijdarê ya ku ji aliyê Komeleya Mala Jiyanê ya Rihayê ve hat dayîn de banga xedîderketina li berxedana 25'ê Mijdarê hat kirin.

Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jiyana ya Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî tevli daxuyaniyê bû û wiha got: "Hûnê karibin çavê xwe li zewaca keça xwe ya ku bi tecawizkarê xwe re bê zewicandin bigirin. Werin em bi hev re rê li ber vê hovîtiyê bigirin."

Seroka Komeleyê Leyla Coşun jî diyar kir ku her rojê 5 jin tên qetilkirin û ev tişt got: "Daraza mêr ji bo ku xwe biparêze cezayê ku ji bo parastina rewa ya ku jin pêk tînin kêm dibîne, lê li gel vê ji bo kesên ku sûcê nefretê dikin jî bi daxistina ceza ya bi her awayî wan xelat dike. Li gel vê hovîtî û bêhiqûqiyê em bang li hemû jinan dikin ku li dîroka berxedanê ya 25'ê Mijdarê xwedî derkevin."

Daxuyanî herî dawî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi çepikan bi dawî bû.