Li Minbicê mala jinê hat vekirin

21:06

MINBIC - Li bajarê rizgarbûyî Minbicê pêngaveke girîng di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê hat avêtin û Mala Jinê bi merasîmekê hat vekirin.

Minbic ku heya 15'ê Tebaxa îsal bi qasî 3'ê salan di destên çeteyên DAIŞ'ê de bû û herî bêtir jî jinan ji êşên mezin re şahidi kirin, niha bi rizgarbûnê re xebatên girîng ên jinan û civakê têne meşandin. îro ango di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de Mala Jinê ya Minbicê bi merasîmeke bi coş hate vekirin. Di merasîmê de jinên ji Rêveberiya Xweser ên Kantona Kobanê, endamên Kongreya Star û herwiha hevseroka Meclîsa Sivîl ya Minbicê Sozdar Xalid jî amade bûn.

Di merasîmê de deqîqeyek rêz hate girtin, paşê jî rêvebera Mala Jinê Nesrîn Hemo axivî. Nesrînê diyar kir ku ew wek jinên Minbicê kêliyeke dîrokî dijîn û wiha got: "Emê li bajarê xwe yê rizgarbûyî li beramberî zihniyeta mêr ên ku şîdet û tundiyê dike, mafê jinê biparêzin. Em îro bi ked û saya şehîdên xwe vê gavê diavêjin."

Paşê rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif axivî û vekirina Mala Jinê li hemû jinên Minbicê pîroz kir. Felekê li ser girîngiya 25'ê Mijdarê axivî û got: "Me jî li vir ji ber şîdeta çeteyan pir êş kişand, lê dawî ji wan rojan hat û emê jiyaneke azad û wekhev ava bikin."

Jina Minbicî Fatma Şahîn jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev mal dê bibe ciheke girîng ji bo jinan ku bikaribin li dor wê kom bibin. Fatmayê heriwa ji hemû jinan jî xwest ku jin li pey mafên xwe bin û wiha civakê jî demokratîk bikin.
Navenda Mala Jinê bi çepik û coşeke germ ya jinan hate vekirin.