ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2016'AN

09:09

*Her çiqas tê gotin ku Xanê Pîrinçoglu ji sedsalên 16. û 17'mîn de mabe jî, derbarê wê de agaihyên zelal nayên bi dest xistin, tenê kesên ku hunera xwe pêş dixin, esnafiyê dikin û di atolyên Xanê de dixebitin hinek be jî çîroka wê vedibêjin. Jinan diyar kirin ku, di salên borî de Xan wek girtîgehek ya jinan dihat bikar anîn. Lê niha di her odeyek ya Xanê de xarinên herêmî û karê hunera destan tê çêkirin.

*Xebatkarên komeleya VAKAD’ê ku bi biryara KHK’ê xebatên wê hatin rawestandin, diyar kirin ku ew ê bi carek din bi xweliyên xwe şîn bibin û dê xurtir bixebitin.

*Gokbaz Zeynep Temel ku bi berxwedanê hemû astengiyan derbas kir û xwe gihand daxwaza xwe ya zarokatiyê, bang li werzîşvanan kir ku ew jî bibin şopdarên xweyalên xwe.

*Her çiqas şahidiya berxwedanan a Sûrên Dîrokî yên Amedê bigihêje salên beriya Zanînê jî şerê xwe yê herî bi xof di navbera 2015-2016’an de jiya. Wisaye ku yên li Sûrê berxewdan berê xendek dikolan û di berxwedana 2016’an de jî di berxwedanê de gel xendek kolan û pişta xwe dan Sûran.