VAKAD: Em ê carek din ji xeliya xwe şîn bibin

09:22

WAN – Xebatkarên komeleya VAKAD’ê ku bi biryara KHK’ê xebatên wê hatin rawestandin, diyar kirin ku ew ê bi carek din bi xweliyên xwe şîn bibin û dê xurtir bixebitin.

Komeleya Jinê ya Wanê ( VAKAD) di sala 2014’an de hat avakirin û bi OHAL’ê re bi biryara KHK’ê hemû xebatên wê hate rawestandin. Komeleya ku bi salane alikariya derûnî, civakî û hiqûqî dida jinan, deriyê wê hate mohrkirin û hemû hesabên wê ya bankayê û alavên navê komeleyê desteserkirin. Aktîvista VAKADê Zozan Ozgokçe ku bi avakirina komeleyê heya niha di xebatan de cih digire xebatên ku dimeşandin nirxand.
‘Xebatên me nivco man’

Zozanê anî ziman ku ew ji bo çareserkirina pirgirêka jinan şewremendiyê dikirin û wiha axivî: VAKAD, ji aliyê hiqûqê ve alikari dida jinan. Di heman demê de xebatên çareserkirina pirgireka jinê jî me dida meşandin. Bi her awayî ligundan, li tax û malan bi civinên gel xwe digihan jinan û pirgirêkên wan guhdar dikir. Disa me gelek seminer û panelan da jin û zarokan. Lê niha komele hat girtin. Niha hemû projeyên me nivco man.”

‘Dİ aliyê hiqûqê de mafê jinê diparast’

Zozanê diyar kir ku, VAKAD’ê bi salan ji aliyê hiqûqê ve mafê jinê diparast û wiha pê de çû: “ Li dijî pergala hiqûqê ku mêr di halê baş, dihat parastin, me jî mafê jinê bi bi rêya hiqûqî diparast. Desthilatdar ji jina siyasetmedar heya jinên di malê de hemûyan ji bo ser tewandinê mafên wan ji destên wan distine. Ji ber me mafê jinê ji wan re vegot û wan fêrî mafên wan a hiqûqî dikir em hedef hatin girtin û komele hate girtin. Dewlet dest diavêje hemû qadên xebatên me û VAKAD’î yek ji wan e.”

‘Qiweta me ya ku em carekdin xwe bidin avakirin heye’

Zozanê di dawiyê de got ku her çi qas dewlet di ser wan de biçe jî qiweta wan a ku carekdin xwe bidin avakirin heye û got: “Em wek jinên têkoşer dibêjin ku ji xweliya xwe em ê şîn bibin û têkoşina xwe bidomîn in. Jİ ber ku qiweta jinê ku xwe bi xwe bi rêve bibe heye. Komeleyên ku hatin girtin jî bêhiqûqiye û ev ji aliyê jinan ve qet bê qat nayê qebûl kirin.”