Ji girtîgehê heya atolyên jinê: Xanê Pîrinçoglu
09:56
ENQERE - Her çiqas tê gotin ku Xanê Pîrinçoglu ji sedsalên 16. û 17'mîn de mabe jî, derbarê wê de agaihyên zelal nayên bi dest xistin, tenê kesên ku hunera xwe pêş dixin, esnafiyê dikin û di atolyên Xanê de dixebitin hinek be jî çîroka wê vedibêjin. Jinan diyar kirin ku, di salên borî de Xan wek girtîgehek ya jinan dihat bikar anîn. Lê niha di her odeyek ya Xanê de xarinên herêmî û karê hunera destan tê çêkirin.
Li Enqerê dora Taxa Kaleyê mirov rastî gelek xan û hemaman tê. Derbarê dîroka Xanê Pîrinçoglu ya ku tê gotin ji sedsala 16. û 17'mîn maye. Jinan diyar kirin ku, Xanê Pîrinçogluyê demek di sedsalên borî de wek girtîgeha jinan hatiye bikar anîn û gotin niha ji berhemên atolya jinan re malvaniyê dike. Jinên ku di Xanê de atolye vekirine ji berhemên xwezayî, xwarinên herêmî û heya berhemên hunerî hildibrînin.
Ji esnafên Xanê Hurriyet Avşar wiha qala çîroka Xanê dike: "Di demên berê de cihê jiyanê bû. Mirov tevî sewalên xwe lê dijiyan. Dûvre evder veguheriye girtîgeha jinan. Piştre tê gotin ew girtigeh ji holê rakirine. Berî em bên vêderê di Xanê de kes nebû. Evder bibû malên mêrên ku li kolanan mane. Dema min hat Xan stand hina mirov lê hebûn."
Xebatkarek ya Xanê jî wiha dibêje: "Dapîra min her dem digotin; ev Xan wek girtîgeh dihat bikar anîn. Evder girtîgeha jinan bû bi taybet û digotin jinan li vir teşhir dikirin."