'Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin'
11:49
MINBIC- Hevseroka Meclisa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid têkîldarê êrîşên artêşa tirk ya li hember herêmên bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê dewleta tirk dest bi êrîşên xwe kiriye û wiha got: "Em ê li hember her cure êrîş heya dawiyê li ber xwe bidin."
Dewleta Tirkiyê li hemberî destkeftiyên Rojava-Bakûrê Sûriyê dewam dike. Di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Têkildarê mijarê hevseroka Meclisa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid anî ziman ku piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, dewleta tirk êrîşên hovane li herêmê pêk tîne û wiha got: "Piştî ku Rojava-Bakurê Sûriyê hêdî hêdî ji çeteyan tê paqijkirin, êdî ev li zora dewleta Tirkiyê diçe û li beramberî sivîlan êrîşên dijwar pêktîne. Tirkiyê li kêleka wê êrîşî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dike û dixwaze bi vê yekê serdestiya xwe ferz bike."
'Li dijî destkeftiyan, Tirkiyê êrîşên dijwar pêktîne'
Sozdarê bal kişand ser siyaseta Tirkiyê ya li dijî azadiya gelan û wiha got: "Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya QSD'ê bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kir. Gelek sivîl ji destê çeteyan jî hatin rizgarkirin. Piştî ku QSD'ê erka xwe ya di rizgarkirina bajarê Minbicê de pêkanî, êdî biryar dan ku berê xwe bidin bajarê Reqayê û ji bo rizgarkirina gelê wê deverê tevlî pêngava 'Xezeba Firatê' bûn. Her wiha QSD'ê hêza xwe ji Minbicê vekişand, êdî Meclisa Leşkerî ya Minbicê erkê parastina bajar girte ser xwe. Lê li beramberî vê gavê, êrîşên Tirkiyê hîn dijwartir bûn, êrîşên xwe li ser Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku parastina sivîlan dike dijwartir kir."
'Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin'
Sozdarê destnîışan kir ku ew ê li hember her cure êrîş li ber xwe bidin û wiha axivî: "Em weke Meclisa Sivîl a Minbicê êrîşên dewleta Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Em ê li dijî van êrîşan heya dawiyê li ber xwe bidin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku li beramberî êrîşên Erdogan çareseriyek bibînin û li kêleka gelê Sûriyê bisekinin."