Li Erdîşê jinek ket tendûrê û jiyana xwe ji dest da

12:06

WAN - Li gundê Cangoran ya Erdîşê jina bi navê Hanim Goksu (52) dema ku nan çêdikir ket tendûrê û jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Cangoran ya navçeya Erdîşa Wanê du di saetên nîvro de jina bi navê Hanim Goksu (52) dema ku nan ser tandûrê çêdikir ket û şewitî. Hanima ku ket tendûrê jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî ku ferq kirin Hanim tuneye, rastî bedena wê ya şewitî di tendûrê de hatin. Hat hînbûn ku piştî lêkolînê Hanim hat veşartin.