Hevşaredara Norşînê Senayet Ata hat girtin

12:10

BEDLÎS - Hevşaredara Norşînê Senayet Ata jî hat girtin.

Hevşaredara Norşînê Senaye Ata ku di 18'ê mijdarê de hatibû binçavkirin îro hat girtin. Şeve din Hevşaredarê Norşînê M.Emin Ozkan Hevserokên HDP'ê yên Bedlisê Nazmiye Avras û Hamza Ozkan hatibûn girtin. Pişt re Hevşaredara Norşînê Senayet Ata jî derxistin dadgehê. Heyeta dadgehe bi heman îdîaya "endamtiya rêxistinê ye" biryara girtinê da û şand girtîgehê.

Bi giştî Hevşaredarên Bedlisê Huseyin Olan û Nevin Daşdemîr Dagkiran, hevşaredarên Norşînê M. Emin Ozkan û Senayet Ata, Hevserokên HDP'ê yên Bedlisê Nazmiye Avras û Hamza Ozkan 6 siyasetmedar li Bedlisê hatin girtin.