Pîrebokan afişên mor dalikandin

12:47

ÊLIH – Pîrebokan li zaningehan bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê, afîşên mor dalîkandin.

Xwendekarên jin yên zaningeha Êlihê ku navê “Kampûs cadıları” (Pîrebokên qampusê) li xwe kirinê bi boneya 25’ê Mîjdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê, afişên mor dalîqandin. Li ser afîşan nîvisên wek “Tundiya li ser jinê bila bê rawestandin û bila jin bikevin parastina rewa “û “Hemû jin tevlî pîrebokan bibin” nivîsî bi hemû dîwarên kampûsê ve zelîqandin.

Li dijî desthilatdarikiyê têkoşîn

Pîrebokan eşkara kirin ku ew wek pîrebokan li zaningehan dijî desthilatdariya mêr bi yekitiya jinê têdikoşin û berxwedana xwe mezin dikin.

Pîrebokan dan zanîn ku ew e bi xebatén xwe hebûna jinê bidin xuyakirin.