Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (2) - DOSYA

10:06
DOSYA" class="social-twitter">

Îlankirina rêveberiyên xweser û pêngavê yekem yên berxwedana Sûrê

AMED- Piştî li Kurdistanê rêveberiyên xwerser hatin îlankirin şûnde yekem hedef Sûr bû û salekî li wir berxwedana dîrokî hat nîşan dan. Vê berxwedanê di hişê her kesî de cihekî destanî girt û gel têkildarî Sûrê de gelek tiştên efsûnî

Li Kurdistanê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Amedê di mîtîngê de bombe hat teqandin û piştî vê AKP’ê bi pêvajoya çareseriyê ya hilanîbû de li bajarên Kurdistanê bi Pirsûsê re komkujî pêk anîn. Li dijî van komkujî û êrîşan gel li taxê xwe kolanên xwe dest bi parastinê kir. Li dijî êrîşan xwestin, xwe, xaka xwe biparêzin û bi dehan ciwan li kolanên Pirsûsê dest bi nobetê kirin. hêzên dewletê hema hema he roj li taxên Sûrê êrîş pêk anîn û gel jî piştgirî da ciwanan û piştî demek kurt rêveberiyên xweser îlan kir. Gelê Sûrê ku jiyana xweser tercîh kirin destpêkê li taxên Lalebey û Alîpaşa bi polîsan re hatin rû hev.

Li Sûrê yê destpêkê jiyana xwe ji dest da: Murat Gunduz

Li taxên Lalebey û Alîpaşa êrîşên hêzên dewletê dijwar bûn û l itaxên din yên Sûrê jî gel derbasî parastina cewherî bû. Li taxên Hasirli, Saraykapi, Dabanoglu, Savaş, Fatîh, Hançepek, Cemal Yilmaz û Cevatpaşa berxwedan belav bû û gel bi şev û roj nobet girt û çalakiyên deng pêk anîn û bertekên xwe yên li dijî êrîşê dewletê nîşan didan. Di 24’ê Tebaxê de li dijî êrîşa polîsan gel daket kolanan û bi vê re ciwanên çalakî pêk anîn din av de Murat Gunduz yê 21 salî (Berxwedan Karker) di encama guleya polîsan de li taxa Saraykapi jiyana xwe ji dest da. Murat yekemîn kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Murat jiyana xwe ji det da gel bi nêrîna ‘tolgirtinê’ daket kolanan û ji zarokan heta kal û pîran bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Sûrê’ dengê xwe bilind kirin.

Qedexeya derketina derve ya yekem û dengê berxwedanê yê bilind bû

Li dijî êrîşên polîsan gel li kolanan barîkat ava kirin, li pişt barîkatan li dijî polîsan berxwe dan. Li kolanan bi ciwanan re mewzî çêkirin, xendek kolan. Kal û pîran xaka ji xendekan girtin xistin turikan û barîkat ava kirin. li Sûrê jiyana komun hat avakiri û xwarin jî li mewziyan bi hev re hat xwarin. Gel deqeyekî mewzî vala nehişt û bi ciwanan re nobet girtin. Bi taybet gelê k udi bin bandora Murat Gunduz de ma, biryar girtin ku xaka xwe terk nakin.

Dewletê ewilî di 6’ê îlona 2015’an de li Sûrê qedexeya derketina derve îlan kir. Di qedexeya yekemîn de sivîl birîndar nebûn, 8 polîs birîndar bibû û 2 heb jî miribûn. Gelê ku kolanên Sûrê diparast, di 13’ê îlonê de li dijî wan qedexeya derketina rojek qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Agirên berxwedanê û gelê ku bû yek

Gel di vê qedexeyê de jî şûnde gav navêjin û polîs şûnde kişiyan. Di 10’ê cotmeha 2015’an de di qedexeya derketina derve de polîsan çekên giran bikaranîn. Di roja yekemîn ya dorpêçê de li taxa Fatîhpaşa kolana Haci Nur, Halîl Tuzulerk û jinek ducanî ya navê wê nehat hînbûn hatin qetilkirin. Di roja duyemîn ya qedexeyê de Helîn Şen ya 12 salî ku bi dayika xwe re diçû nan dikirî, li taxa Hançepekê bi sê guleyên li serê wê ket jiyana xwe ji dest da. Qedexe di roja çaremîn de hat rakirin û dema gel ketin kolanan bi malên şewitandî û hilweşîndî re hatin rû hev. Piştî vê qedexeyê gel biryar da ku ji kolanên xwe dernekevi û bi şev dest bi nobetê kirin. Her şev li taxekê nobet girtin û kolanên xwe parastin. Agir pêxistin, stran gotin û li dora agir govend gerandin.

Tenê gelê Sûrê tevlî berxwedanê nedibû. Ji navçeyên din û bajarên derdorê gel dihat Sûrê û piştgirî didan. Welatiyan her şev pêxistina agirê berxwedanê dewr digirtin û her agirê dihat pêxistin gel zêdetir dianî cem hev.

Avesta tevlî karwanê nemiran bû

Di sêyemîn qedexeya derketina kolanê ya Sûrê de 5 zarokên temenê wan di navbera 10-13’an de diguherî birîndar bûn. Di êrîşan de hema hema hemû xanî û kargeriyan zirar dîtibû. Piştî demek dirêj polîs nekatin kolanan û di 6’ê Mijdara 2016’an de tevî ku qedexe tinebû jî taxên Savaç, Dabanoglu û Hasirli hatin dorpêçkirin û gulebarankirin. Piştî vê bi sedan welatiyan berê xwe da Sûrê. Gel xwest polîsan derbas bikin û bikevin taxên Sûrê lê polîsan destur neda. Li taxên hatibûn dorpêçkirin endamên YPS û gelê Sûrê nehişt polîs bikevin taxan. Yek kesên ku li dijî polîsan berxwe dida Ferhat Dogru (Awesta) bû. Ferhat Dogru hîna 21 salî bû. du guleyên polîsan îsabetê zikê wî kiribû. tevî hemû hewldanên heval û jinên taxê polîs nehişt ambulans bê kolanê.

Li ser vê nêzîkatiya polîsan jinan Ferhat li betaniyê gerand û hewl dan wî ji kolanê derbixin û piştî derketin cadeyê li wesayîtekê kirin û şandin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû hewldanan Awesta nehat rizgarkirin. Di encama otopsiya ku doktoran ki de hat diyar kirin ku bi ‘guleya jehrî’ jiyana xwe ji dest daye. Heman rojê gel polîs derbas kirin û ketin kolanên Sûrê û piştgirî dan endamên YPS-YPS-JIN’ê.

Gel kolan terk nekirin

Êrîşên li Sûrê her diçûn giran dibûn û leşkerên piştgirî dan polîsan jî tevlî van operasyonan dibûn. Di qedexeya çaremîn ya li Sûrê hat îlankirin de êrîşan dest pê kir. Hêzên dewletê di qexeyê de 22 winda da. Piştî roja sêyemîn ji bo sîvîl zirarê nebînin YPS’iyan dest ji pevçûê berdan û çûn. Piştî vê JOH û POH’ê bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de hêzên dewletê li jinek ciwan êrîşa zayendî pêk anîn û bi nivîsên li dîwaran nivîsîn jî dijminahiya li dijî jinê carek din nîşan da. Bi dehan welatî hatin binçavkirin û derbkirin. Destur nedan gel bikin kolanan. Tevî van geşdanan gelê Sûrê kolan terk nekir û jiyana xwe domandin. Jin ji bo amadekariya zivistanê diçûn bazaran û li malan xwarinê çêdikirin. Di saetên êvarê de jî derdiketin kolanan û bi hev re mewzî digirtin, stran digotin û govend digerandin.

Li dijî gelê Sûrê û ciwanan tank, top, helîkopter û çekên giran hatin bikaranîn. Zarokên Sûrê yên Sûr parastin û heta dawiya jiyana xwe bi biryar bûn ku xaka xwe biparêzin. Ciwanên ji gel jî piştgirî girtin kolanên xwe deqeyekî terk nekirin.

Sibê: Berxwedana 103 rojan a kesên got ‘wê dawî gelek xweş be’