ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2016'AN
09:00
* Piştî li Kurdistanê rêveberiyên xwerser hatin îlankirin şûnde yekem hedef Sûr bû û salekê li wir berxwedana dîrokî hat nîşan dan. Vê berxwedanê di hişê her kesî de cihekî destanî girt û gel têkildarî Sûrê de gelek tiştên efsûnî hînbû
* Duh polîs Qada Kolejê ya Enqerê êrîşî jinên ku xwestin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de çalakiyê li dar bixin kir û di encama êrîşê de 11 jin der kirin û binçav kirin. Platforma Jinan ya Enqereyê jî bo ku berteka xweya li dijî binçavkirina jinan aşekera bikike daxuyaniyeke da.
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît ya ku bi biryara KHK’ê ji kar hat derxistin diyar kir ku ji derxistina kar ji bo wê ne sûrprîzek bû lê ji bo ku ez têkoşîna xwe berdewam bikim sedemeke min a din çêbû.