Kesên li Artvînê hatin binçavkirin hatin berdan

13:05

ARTVÎN - Kesên ku li Artvînê çalakiya Weqfa Ensar li dar xistin û hatin binçavkirin hatin berdan.

Li Artvînê endamên Tevgera Hezîranê xwestin ku Weqfa Ensar şermezar bikin. Di encama çalakiya ku hat li darxistin de polîsan êrîş çalakgera kirin û ew binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin piştî ku li Muduryeta Eminyetê ya Artvînê îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.