Salek piştî dîroka ji nûve li Sûrê hat nivîsin (4) - DOSYA

09:44
DOSYA" class="social-twitter">

Polîtîkaya îskan, cemawerîkirin û hilweşînê

AMED- Li Sûrê piştî berxwedana ku 103 rojan berdewam kir şûnde di meha Adarê de daxuyaniya operasyon qedyan hat dayîn. Li taxan hilweşîn berdewam dike û li her kolanê kalekol hat ava kirin. Gel çeteyên tiryakê û polîtîkayên sîxurtiyê vegotin û diyar kirin ku ev parçeyeke polîtîkayeke îskanê ye.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê Qanûna 2015’an de ‘qedexeya derketina kolanan’ destpêkirin û ev di hişê gelê Kurd de wek ‘Berxwedana dîrokî ya Sûrê’ ma. Piştî berxwedana 103 rojan şûnde hilweşanînan dest pê kir. Ji aliyê UNESCO’yê ve Sûr ket Mîrateya Çanda Cîhanê û UNESCO’yê li dijî êrîşên li Sûrê ti mudaxale pêk neanî û texrîbat û hilweşîna li dijî avahiyên dîrokî berdewam kir.

Nivîsê zayendperest û nîjadperest

Di 9’ê Adarê de ji aliyê wezîrê Karê Hundir ve daxuyaniya ‘operasyon qedyan’ hat dayîn. Lê qedexe hîna berdewam bike û bi hezaran kes ji ber êrîşên tank û topan neçar man ji malên xwe derketin. Piştî pevçûn qedyan li taxên Dabanoglu û Cevatpaşa qedexe hat rakirin. Dema gel ketin taxan bi nivîsên nîjadperest û zayendperest yên li dîwaran hatibû nivîsin re rû bi rû hatin. Hemû xanî hatibûn wêrankirin û warên dîrokî hatibûn texrîbkirin.

Biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ hat dayîn

Piştî operasyon bi dawîbûn şûnde hikûmetê ji bo Sûrê biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ girt û ev biryar di 25’ê Adarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Ev biryara cemawerîkirinê li 5 taxan ( Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Fatîh Paşa) ji bo 6 hezar û 300 parselî hat girtin. Bi vê biryarê qadên gel careke din ji destê wan dihat girtin. Piştî biryarê bala her kesî li UNESCO’yê bû, lê dîsa bêdeng ma.

Herî dawî wezîrê bajar û derdorê Mehmet Ozhasekî ji bo Sûrê polîtîkaya îskanê danî holê. Li gorî vê welatiyên bixwazin dikarin bên derxistin û li bajarên din bên bicihkirin. Lê gelê Sûrê di dema êrîşa ku malên wan hatibû wêrankirin de li dora Sûrê bi cih bibûn û dipan ku vegerin malên xwe.

Bi mehane hilweşîn didome

Dema ev hemû dibûn tank qetin Sûrê û maşîneyên kar her der hildiweşandin û paqij dikirin. Li Sûrê nêzî 100 kesî di êrîşan de jiyana xwe ji dest da û gel diyar dikir ku dewlet ji bo vê berxwedanê bide jibîrkirin û delîlan paqij bike vê dike, lê anîn ziman ku ti tiştek vê berxwedanê bi wan nade jibîririn.

Kalekol, tacîz û polîtîkayên sîxuriyê

Piştî pevçûnan vê carê li taxên ku qedexe nehatiye îlankirin kalekol hatin ava kirin. Piştî vê hewldanê gazincên gel dest pê kiribû. gelê Sûrê diyar kiribû ku bi taciz, derb û heqeretan re rû bir û hatine û bi mobeseyê her tim tên temaşekirin.

Di meha îlonê de qayyûm hat tayînkirin

Li navçeya ku salekê her cureyê êrîşan pêk hat vê carê li şûna hevşaredarên ku gel hilbijartibûn qayyûm hat tayînkirin. Di 11’ê îlonê de hêzên dewletê bi ser şaredariya Sûrê de girt û xebatkarên wê hatin derxistin. Piştî lêgerînan bi awayekî berfireh şaredarî hat dorpêçkirin. Cigirê Walî Bîlal Ozkan tayînê şaredariyê kirin.

Tevî ku salek di ser êrîşan derbas bûye jî polîtîkayên li ser Sûrê berdewam dikin û îro ligel qayyûm, hilweşîn û talankirinê sala berxwedanê tije dibe. Welatî dipên ku ev dorpêça ku saleke berdewam dike bê rakirin û her tim berxwedanê bibîr tînin.

Çeteyên tirkayê xistin kolanan

Ji bo ewlehiyê, dewriye, nokteyên polîsan û qerekolên li kolanên Sûrê fikaran zêdetir dike. Her şev polîsên tevgera taybet li dewriyê digerin û bi dehan ciwanan derb dikin. Gel da zanîn ku bi piştgiriya polîsan çeteyên tiryak û esrarê li kolanan digerin.

Polîtîkaya sîxuriyê

Li gorî vegotinên gelê taxê niha li taxên ku ne di bin dorpêçê de ne, dorpêça fîîlî tê pêkanîn. Welatiyan diyar kir ku polîs ti hîsa parastinekê nade wan û wiha gotin: “Her tim tên cem me û rewşa me dipirsin. Bi awayekî aşkera dixwazin me hemûyan bikin sîxur. Bi zarokên me re têkiliyê datînin. Bi komên esrarê difroşin re di nav têkiliyê de ne. Pir aşkeraye ku bi tiryakfiroşan re hevkarin. Li her derê esrar tê firotin.”

Dixwazin vir bala bikin

Welatiyan got êdî ji ber pêkanînên polîsên li dewriyê digerin bêzar bûne û wiha berdewam dikin: “Em baş dizanin ku vê ji bo çi dikin. Dixwazin em ji vir derkevin. Piştre jî dixwazin îskanê li vir bikin. Her hefte çeteyên esrarê li vir bi çekan pevdiçin. Evqas nokteyên polîsan hene li vir, wan binçav nakin. Dixwazin me bitirsînin.”

Sibê: Rozerîn Çukur û Çekvar Çubuk yê di 17 saliya xwe de hatin qetilkirin