Ev ya tê vegotin çîroka me ye: Jinek şiyar dibe - HEVPEYVÎN
09:41
STENBOL- Çîroka jiyana rast ya jinê ku ji aliyê jinê ve hatiye nivîsin û lîstin ya bi navê ‘Jinek hişyar dibe’ divê teqez bê temaşekirin.
Şanogera Civaka Hunerên Pêşandanê ya Bogaîçî (BGST) Aysel Yildirim lîstika bi navê ‘Jinek hişyar dibe’ ya ji du perdeya pêk tê û bi yek kesî tê lîstin dilîze û ev çîrok xwe dispera çîroka jiyanek rastî. Alev keça bavekî albay-dadger û dayikek mamoste ya kemalîst, keçek çîna jore. Çîrokek jiyanê ya ku dikare ji rêzê bê dîtin heye. Jiyana jinekê ya ku rastî şîdeta mêr tê, di temenê ciwan de dikeve menopozê, ji xwe re jiyanek nû ava dike, zor û zehmetiyên aborî dikişîne û jia liyê civakê ve tenê tê hiştin û hişyar dibe tê vegotin. Çîrok şiyarbûna jinekê ya ji van hemûyan vedbiêje. Lîstikvana lîstikê Aysel Yildirim têkildarî lîstikê de û bertekên temaşevanan ji ajansa me re vegot.
*Jinek şiyar dibe çawa vejiya?
Ev projeyek derdora jinên femînîst ya di bin sîwaneya BGST ya di 2005’an de wek lîstika ‘jinek şiyar dibe’ derket. Me bi forma ku tenê ji jinan re vekiriye lîst. Ji du perdeyan pêk tê û yek kes dilîze. Li ser çîroka jiyana rast ya jinekê hatiye avakirin. Lîstik mînaka şanoyek femînîste. Di her nokteya xebatê de jinan cih girt. Bi dramaturjiya femînîst hat çêkirin. Ev ne çîrokek ji rêzê ye, çîrokek têkoşînê ye.
*Jin wekê ku deriyê sindoqekî veb şiyar dibe. Dîsa em hewldanên şiyarbûna wê dibînin. Di lîstikê de sindoq metaforek çawaye?
Gelek nîşaneyên sîndoqa ku wek qutiya muzîkê vedibe heye. Sindoqa cîz ya jinê ye. sindoqek biçûk ya çîroka jiyana xwe têde veşartiye. Ez di sahneyê di sindoqekê de me. Bi temaşevanan re em di sidoqek mezin de heyî dibin. Belkî jî metaforeke ku çîrokên jinan jê dertên û tên parvekirinê ye.
*Lîstika yek kesî lîstin bi rîske. Lê bi awayekî serkeftî dilîzin. Wekê ku çîroka we ye hun dilîzin. Sedema vê çiye gelo?
Her ku dem derbas dibe hevkariyên di navbera min û rewşa jinbûnê de zêde dibin. An jî tecrubeya lîstikvaniyê zêde dibe. Ev lîstikek taybet bû ji ber ku me bi awayekî kolektîf derxist holê. Nivîskarek, lîstikvanek û kesek vedigot hebû. Her kesî bi hezkirin karê xwe kir. Dema me çîroka Pinarê guhdar dikir, em geh digiriyan geh dikeniyan. Em zêdetir dikeniyan. Kesek vegotiner ya pir komîk hebû. Bi rojan ji me re çîroka jiyana xwe vegot. Em jî dibûn parçeyek wê. Dîsa hevala me Sevîlay Saral lîstik bi ‘empatiya ziman’ nivîsî. Femînîst bû û lîstik bi dramaturjî femînîst nivîsî. Ji ber vê min wek çîroka xwe hîs kir û lîstim.
*Nokteyên ku hun pê re ketin naqokiyê hebû an na?
Ne di dema lîstikê de. Sahneyek tolgirtinê heye. Ji aliyê hevjînê xwe ve tê xapandin. Dema vê ferq dike dixwaze ji hevjînê xwe tolê bigire. Lê vê tolgirtinê li ser jinê dike. Em di vê nokteyê de biyanî man.
*Sahneya ku jin şiyar dibe kîjane?
Belê xweşikbûna wê di wir de ye. lîstik vê dibêje: nokteya ku bi tevahî şiyar dibe tine. Ez her tim şiyar bim û dîsa razêm û dîsa şiyar bibim. Her tim motîfeke şiyarbûnê heye. Nokteyeke ku ez bi tevahî ronî bibim tine û jiyan didome. jiyan her tim li pêş we dîwaran dihune û divê hun van dîwaran derbas bikin, rêyek din bibînin.
*Cesaretek lîstikê heye. Bi cesaret balê dikişîne ser zayend, bawerî, pêşdaraz û siyastê. Gelo hewcedarî bi zêdetir axaftina van nîne?
Piştî lîstikê temaşevanekê di gotobêjê de got: ‘Di demê dawî de em zayendê naxivin. Em pir girtî man. Em dekolteyan digirin. Di lîstikê de me lîstikvaneke ku bi kostumên rehet dilîze dît. Vê em kêfxweş kirin. hewcedariya me bi tiştên wisa xweş hene.’ Hunermend jî êdî xwe sansur dikin. girtin tê fezkirin. Li dijî vê jî vediguhere serhildan û berxwedanê.
*Ev çîroka jiyanê ya rastîne. Çîrokên wisa gelek girîngin. Di vî alî de hun ji bo jinên ciwan çi pêşniyar dikin?
Bersiva vê di pirsê de cih digire ji xwe. Nivîsandin çîrokên jinan ya ji aliyê jinan ve gelek girînge. Divê hunermend vê her tim bikin. Her tim mêran çîrokên me vegotin. Êdî em ji ber nêrîna mêran bêzar bibûn. Hewcedarî pê heye ku çîrok bi nêrîneke femînîst bê nivîsin.
*Lîstik wê di 4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de bihata lîstin. Lê ji ber tayyînkirina qayyûm şert û mercên mîhrîcanê ji holê hat rakirin. Hun vê çawa dinirxînin?
Em sala borî bi lîstika ‘Li wir kî heye’ tevlî mîhrîcana şanoyê ya Amedê bûn. Gelek xweş bû. Em îsal jî hatin vexwendîkirin. Di dema amadekariyan de şert û merc ji holê hatin rakirin. Desthilatdariyê wir kir qada şer. Darbeyek li mîhrîcanê jî ket. Em dikarin li dijî vê piştevaniyê rêxistin bikin. lê mîhrîcan lig elek sahneyan hat kirin. Me lîstika xwe li Salona Demîr Demîrgîl ya Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê lîst. Ev berxwedanek li dijî zextan bû.
*tiştekî hun dixwazin bêjin heye?
Geşedanên pêvajoya OHAL’ê bandorê li ser hunerê jî dike. Hun mirovan tînin hilbijartinê û pişte hilbijêrên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin digirin û yekê din tînin cihê wan. Ev tên wateya darbeyê. Em hêvîdarin pêşeroj senaryoyên xerabtir bi me nedin jiyîn. Ji bo vê divê em piştevaniyê bidin hev.