Raportorê NY: Li Tirkiyê îşkence zêde bûye

13:21

NAVENDA NÛÇEYAN - Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer, diyar kir ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê îşkence û pêkanînên xirap zêde bûne.

Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer, ji bo îdîayên derbarê îşkenceyên ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê destpêkirin û bi OHAL'ê re di bin çavan û girtinan de zêdetir bûne lêkolîn bikin li Tirkiyeyê lêkolîn pêk anîn.

Nils, di navbera dîrokên 27'ê mijdarê û 2'yê kanûnê ji bo lêkolînan çû Enwere, Stenbol, Amed û Rihayê. Nils, li Enqereyê bi wezîrên Dad, Karên hundir û dervere hevdîtin pêkanîn û her wiha bi Dadgeha Qanûna Bingehîn, Dadgeha Bilind, nûnerên Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û nûnerên rêxistinên mafê mirovan re jî hevdîtin pêkanîn. Nils, Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê, Girtîgeha Jinan, Girtîgeha Tîpên E û D ên Amedê, Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê, qereqolên polîsan ên li Riha û Stembolê jî hevdîtin pêk anîn.

Nisl Melzer, encama lêkolînên xwe bi civîna li Enqereyê lidarxist re ragihandin. Nils, diyar kir ku ew spasiyên xwe ji hemû saziyên ku ji bo lêkolinên wan alîkariy wan kirine pêşkêş dikin û wiha got: "Di lêkolînên xwe de me bi rayedarên fermî û girtiyên li girtîgehan re hevdîtin pêkanîn. Tirkiye piştî salên 90'î xweşbînî nîşanî îşkenceyê ne daye lê ev xweşbîniya Tirkiyeyê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê ji holê rabûye. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê, din ava civakê de tirs û bêbawerî zêde bûye û îdîayên îşkenceyê ne hatine lêkolînkirin. Dema binçavkirina bêyî ku kontrola dadgehê 30 rojan hatiye zêdekirin û biryara ku 5 rojan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne ya bi biryaranameya KHK'ê hatiye dayîn fikaran zêde dike. Bi awayekî zu xwe gihandina parêzer û dadger; ji bo îşkence û pêkanînên xirap derkeve holê alîkariyê ku dê derbikeve holê divê li ber çavan bê girtin û ji bo girîng bê dîtin pêkanînek jênevegere."

Nils, da zanîn ku wan tesbît kiriye ku di îşkence û pêkanînên xirap ên ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê destpêkirine de hêzên dewletê bi awayekî keyfî tevgeriyane û xwe ji îkençe û pêkanînên xirap şerme ne kirine. Nils, bi lêv kir ku di rojên destpêkê yên rageşiyê de hêzên dewletê bi baldarî tevgeriyane lê di hevdîtinên wan ên bi girtiyan re dîtine ku girtî di nava tranvayek demdirêj û kûr de ne û wiha pêde çû: "Çewisandina di pergala dadgehê û werza bêbaweriyê de; wêrekiya welatî, parêzer, bijîşk û nûnerên mafê mirovan dişikîne. Ez bang li meqamên Tirkiyeyê dikim ji bo lêkolînek berfireh û bêalî bê destpêkirine divê bikevin nava tevgerê."

Nils, anî ziman ku şert û mercên girtîgehan têrkerin lê girtîgeh ji hedê xwe zêdetir tejî bûne û wiha domand: "Ev bandorê li ser velênêrîna tendirûstiyê, xebat, perwerde û hevdîtinên malbatê dike. Girtîgeh nikare pêwîstiyên girtiyan pêk bîne. Girtî bêyî ku hewaya paqij bigirin ji tîrêjên rojê mehrûm dimîn in. Divê girtî ji 48 saetan zêdetir di nezaretxaneyan de neyên girtin. Li başûrê rojhilat hem ji ber şerê bi PKK'ê re hem jî ji ber şertên OHAL'ê rewşa girtîgehan xiraptir bûye. Dorhêla ewlehiyê ya li Tirkiyeyê tê guhertin, hikûmet ji bo li dijî darbeyek din tetbîran digire mafdare lê divê di têkoşîna bi îşkenceyê re tawîz nede. Li dijî îşkenceyê divê sifir tolerans bê nîşandan û hemû îdîa bên lêkolîn kirin. Meqamên Tirkiyeyê derbarê îdîayên îşkenceyan de dane radestî me kirine lê me hêj ev agahî analîz ne kirine em ê raporên xwe yên berfireh di Adara 2018'an de bi Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bikin."