Karkerên madenê: 4-5 ton dînamît diteqya, ma wê çawa nederize…

09:33

SÊRT – Di karaseta li Şîrwanê de cenazeyê 4 karkerên jiyana xwe ji dest dane hîna di bin axê de ye û hevalên wan şert û mercên xebatê vegotin. Karkeran diyar kir k udi dema kontrolan de şert û mercên wan dihatin başkirin û piştre dîsa heman rewş dihat jiyîn û gotin: “ Rojê 4-5 ton dînamît diteqya. Ma wê çawa nederiziya.”

Li gundê Maden ya Navçeya Şîrwan a Sêrtê di Qada Madena Park Elektîrîkê ya Koma Cîner de hezaz pêk hat û xebatên rizgarkirina karkeran didome. li qadê cenazeyê 12 karkeran hat derxistin û hîna Yavuz Yildiz, Halîl Başer, Îbrahîm Kilinç û Nusret Beyazelma di bin hezazê d eye. Malbatan kon vedan û bi hêvî dipên. Karkerên li şantiyeyê dixebitin şert û mercên xebatê vegotin.

Karkeran diyar kir ku ji bilî vê kana madenê wekê din derfetê wan ên kar tine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçarin li vir bixebitin. Ji ber ku derfetê kar tine. Em jî dixwazin di şert û mercên mirovane de bixebitin. Lê şert û mercên me tên dîtin. Em îtîraz bikin em kar nabînin. Li Tirkiyeyê sê salan carê bûyerên bi vî rengî tên jiyîn. Carna tên kontrol dikin. lê dîsa jî mirin tên jiyîn.”

‘Piştre dîsa heman pergal tê’

Karkeran destnîşan kir ku rojê 4-5 ton dînamît tê teqandin û wiha pê de çû: “Ma di van şert û mercan de wê çawa derizîn çênebe. Tevî van derizînan em dixebitin. Madenvanî êdî wek qeder tê dîtin. Tiştek naguhere. Niha gavek din em diçin vardiya êvarê. Tiştek bibe wê wisa l ime jî bigerin. Em nekarin ti mafê xwe bigirin. Dema kontrolê her tişt dikeve rê. Lê piştî demekê dîsa heman pergal vedigere.”

Karkeran bi lêv kir ku rojê 10 saetan dixebitin û gotin: “Em rojekê kêm axê bibin dibêjin hun çima kêm dibin. Em nekarin biçin lavaboyê jî. Ji ber ewlehiya karê me tine em nekarin hesab jî bipirsin. Em mehê 1300 TL digirin. Em bi şev û roj bixebitin dibe 2 hezar. Em hesretê zarokên xwe ne. betalî wisa zêde ye di taşerontiyê de xebat jî êdî pir lûkse.”