Li 5 jinên ji bo Ozgecan çalakî kirin doz hat vekirin

12:23

Handan Tufan/JINHA

İZMİR - Li 5 aktivistên jinan yên ji bo Ozgecan Aslan çalakî kirin doz hat vekirin. Ji bo jinên bi hinceta "Kombûna der zagonî" derketin pêş dozgeriyê 391 TL cezayê pere jî li wan hat birîn.

Di meha sibatê de ji ber Ozgecan Aslan ya ku li Mêrsînê siwarî minibusê bû û paşê hatî qetilkirin jin çalakî kirin. Li semta Basmane ya Îsmîrê di 14'ê sibatê de ji bo balkişandina ser zayenda jinan 3 jinên malên gel û 2 jinên endamên Kolektîfa Jinên Zanîngehê 5 aktivistên jin yên çalakî kirin hatin darbikirin û girtina binçavan. Jinên hatin binçavkirin piştî rojekê serbest hatin berdan. Li 20'emîn Dadheha Îzmîrê doz li wan hat vekirin. Ji bo jinên bi hinceta "Kombûna der zagonî" derketin pêş dozgeriyê 391 TL cezayê pere jî li wan hat birîn.

Emê cardin li kolanan bin

1'emîn runiştina dozê di 9'ê Tîrmehê roja pêşemê hat dîtin. Aktivistên jin bertek nîşanî dozê dan û gotin: "Em vê weke polîtîkaya helandinê dibînin. Lê dê ev tucarî me têknebe. Li hember qirkirinên jinan çî dibe bila bibe emê li qadanbin."

(zt)