'Heta dilopek xwîn di canê min de hebe ezê doza kurê xwe bidomînim'
09:05
JINHA
ŞİRNEX - Dayîka Şemiyê Saliha Dundar ev 23 salin li kujerê kurê xwe digere. Tevi ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê Turkiyeyê di doza kurê wê yê berasteng Mesut Dundar de mehkum kir ji hîn kujerê wî derneketine holê û nehatine darizandin. Saliha diyar kir ku heya dilopek xwîn di canê wê de hebe dê doza kurê xwe berdewan bike.
Dayikê Şemiyê 328 hefteye li ber dibistana navin a Cizîrê tên cem hev û edalet dixwazin. Yek ji wan dayîkên li peyî darezandina kujerê zarokên xwe digerin jî dayika Saliha Dundar ya 23 salin lawê wê Mesut Dundar bi îskencê jiyana xwe ji dest daye. Lawê dayîka Saliha Mesut Dundar di zaroktiya xwe de menenjikê derbasdike. Mesut ji bêderfetiyan nayê dermankirin û du damarê serê wî girtî dimîninin. Mesut ê ji ber nexweşiyê berasteng dibe sê caran tê bin çavkirin. Cara dawî xwe ji pacê davêje û direve piştî 3 mehan di 6 İlona 1992'an de cenazê Mesut Dundar di Çemê Saklanê de tê dîtin. Cenazeyê Mesut bi îdaya ihtimala xefika 'bobî'yê heye li pey panzerê tê kaşkirin. Di wê demê de ji ber wan kiriyarên der mirovane rojnama Ozgur Gundem sernavê " Mirovahî tê xirikandin" dabû. Malbata Mesut jî li kujerê wî digerin û doz li dewletê vedikin. Malbat doza xwe dibe heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê. Dadgeh jî ji ber ku xala 2'min(mafê jiyanê ya mirovan) ihlalkiriye di sala 2005'de Turkiyeyê mehkum dike. Lê heta niha jî kujerê Mesut Dundar nehatine darezandin. Dayika Saliha her hefte di nav poşetek ku êdî rengê wî çuyî de wêneyê kurê xwe digire û diçe çalakiyê. Saliha diyar kir ku çî dibe bila bibe ewê doza xwe berdewam bike heya kujerê kurê wê neyê darezandin ewê nesekine û wiha domand: "Ez din ava malê de tiştekê nakim û karê xwe ji kesê naynim. Heta rih di kortika singa min de hebe, ezê doza xwe berdewam bikim."
'Kurê minê berasteng bi hovane kuştin'
Saliha desnişan kir ku kurê wê bi hovîtîyek mezin hatiye kuştin û wiha behsa qetilkirina wî dike:" Kuştin, girtin heye, lê îskenceyên bi ceryanê qetilkirinê û li peyî panzerê kişandinê zore. Laşê kurê min hemu cihê jopan bû. Ji ber kaşkirina bi erdê re devê kurê min tije pûş û pelaş bûbû." Saliha dibêje ku gelek ceran polîsan gef lê xwariye û wiha dewam dike: "Gelek caran sîlih dan ser singa min gotin: 'Emê te bikujin.' Hefteyek piştî kuştina kurê min hatin gotin 'Me kurê te ne kuştiye me nede mehkema' min jî got: 'vaye ji panzêra we dîyar e we kurê min li peyî panzer ê kaşkir.'"
'Bila kujerên zarokên me bên darezandin'
Saliha wiha qala dema kurê xwe bê can dîtiye dike: "Dema bedena kurê min ya bê can hat dîtin ev tişt li ser hebûn di kartonek de kêrek, niftikek, tizbiyek ku kurê min bi destê xwe çêkiribû û cizdanek vala hebû. Ma gelo yê xwediyê van tiştan be sedema kuştina wî çîbû? Kurê min dema biçuk menejîkê derbaskir û du damarê serê wî hatin girtin. Di nava 8 rojan de du zarokê min bi heman nexweşînê mirin ew sax ma"
Saliha anî ziman ku wesayîta polîsan kurê wê girtine û ew kujerê kurê xwe ji wan dixwaze û wiha dibêje: "Ez ji Turkiyeyê dewecime heta dilopek xwîn di canê min de hebe ez ji doza xwe venagerim. Ez dixwazim ev insanê ku ev qetil û xwin kiriye bên girtin û cezakirin. Bila edalat çêbibe ev çı mikame bi hezaran insan hatine kuştin hatine hundakirin bila hestîyê wan qene nişan bidin. Em dewa heqê xwe dikin ev insanê hundabûne ev insanê hestiyê wan nexwiyayayî em wek dayikê hemu kesan em nasekinin heta rih di me de hebe emê li cede û li kolana bin."