Rojnameger Frederike Geerdink beraet bû

15:51

JINHA

AMED - Rojnamegera Hollandi Frederike Geerdink ji ber parvekirinên xwe yên ser medyaya civakî û roportajên ku kirine bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê kiriye' doz lê hat vekirin, hatibû binçavkirin, îro di runiştina sozê de beraet bû.

Rojnamegera Hollandayî Frederîke Geerdînk a bi îdîaya parvekirina nivîsên xwe yên li ser malperên civakî û bi roportajên kirine ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ dihat darizandin, 2'emîn runiştina doza wê li 6'emîn Dadgeha Cezyê Giran ya Amedê pêk hat û di rûniştinê de bi sedema ‘hêmayên sûc tine ne’ biryara beraeta wê hat dayîn.

(zt)