Ji ber 'Dîlana aştiyê' gerandine du jin tevî zarokên xwe dikevin girtîgehê
10:47
Dilan Karamanoglu /JINHA
BURSA - Bi hinceta di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê 'Dîlana aştiyê' gerandin li 16 kesan doz hatiye vekirin û ji her yekê 10 sal ceza tê xwestin. Ji yên ceza lê hatine birîn du jin hîna zarokên wan yek salî nebûne, dê tevî zarokên xwe bikevin girtîgehê.
Li Tirkiyê bi hincetên erjeng û komik yên ku hişê mirovan nagire doz vegirin û mirov avêtina girtîgehan hîna berdewame. Li Meydana Heykel ya navçeya Yildirim ya Bursayê di sala 2013'an de bi banga HDP'ê bi hezaran welatî kombûyîbûn û 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz kirin. Bê mudaxele pîrozbahî bi dawî bû. Piştî mehekê muduryetê doz li 16 kesan vekir. Weke hincet ji ber di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de 'Dîlana îdeolojîk' kişandine. Ser wê di doza hat vekirin de her 16 kes beşdar bûn û piştî salek û nîvê li her 16 kesan her yekê 10 meh ceza hat dayîn. Di vê navberê de ji yên ceza lêhatine birîn du jin welidîne hîna zarokên wan nebûne yeksalî li gel zarokên xwe li benda roja ketina girtîgehêne. Her du dayîk Sevgî Polan û Semra Getiren diyar kirin ku ew li hember rewşê şaşwazin.
Semra Getiren ya ku zaroka wê du mehiye got: "AKP Şivan tîne Tirkiyê ji wan re sitiranan dibêje ne suce lê em ji wan tên darezandin û cezakirin. Kîjan welat ji ber gerandina dîlanê ceza daye."
Dê bi hevserê xwe ve bikeve girtîgehê wê kî li zarokê binêre!
Semra anî ziman ku di nava 16 kesên ceza girtine de hevserê wê jî heye û wiha domand: "Hevserê min jî ji hemban dozê 12 meh ceza girt. Ez û hevserê xwe emê bi hev re têkevin girtîgehê. Hîna zaroka me du mehiye emê çîlêbikin em nizanin. Heger şîr nexwara me dê bi emanetî dabana hinekan, lê di vê rewşê de em tiştek wiha jî nikarin bikin. Ji ber girtîgeh navendek ne li gorî zarokane, heger di aliyê tenduristî de tiştek li zarokê bê dê dewletê çawan hesabê wê bide."
Sevgî Polat jî Roja Aştiya Cîhanê wiha anî ziman: "Dema ku me li qadê dîlan digerand ti pirsgirêk çênebû. Li qadê tiştek nebû me pir xweşik dîlan gerand heya dawiyê. Lê piştî mehekê em gazî dadgehê kirin û me îfade da. Paşê jî di gulana sala 2014'an de em derketin dadgehê. Ji xwe dema ku ez derketim dadgehê ez ducanîbûm û min li wê derê jî got. Di duemîn runiştina dozê de ji ber ez nû ewlidîbûm neçum dadgehê."
'Heger gerandina govendê suc be ezê her demê bikim'
Sevgî wiha dom kir: "Ev govendeke heger cardin hebe ezê carekdinê biçim dîlanê bigerînim. Heger ez bi zaroka xwe ve bikevim girtîgehê bi rasît jî ev rewşek divê bê fikirinadine. Tenê ji ber em HDP yî ne rastî van dozan tên. Heger gerandina dîlanê suce ezê her dem heman sucî bikim."
'Yekî Bursayî ji ber gerandina dîlanê ceza nagire'
Yekidin ya ceza girtî jî Dîlek Dînçer jî wiha axivî: "Bi hincetên propagandaya PKK û KCK'ê kirinê ji ber 'dîlana îdeolojîk' doz li me vekirin. Ez vê rewşê weke trajîk komîk dinirxînim. Min di dadgehê de jî diyar kir ku di çanda me de dîlan gerandin heye. Li vêderê kesê nedîtiye ji ber gerandina dîlanê doz li hinekan hatine vekirin. Ji ber em di nava tekoşînê denin û weke muxalî disekinin doz li me tê vekirin."
(zt)