Parêzer Dilşa: Her ku hişmedî pêşdikeve hevberdan zêde dibe

10:47

JINHA

DÎLOK - Parêzer Dilşa Dilovan Bozkuş diyar kir ku li Dîlokê her diçe şideta mêran zêde dibe, li gel wê jî jinên bi hişmendî dibin ji ber şidetê doza hevberdanê didin despêkirin.

Dîlok jî yek ji deverên şideta mêran lê zêdeye, li gel wê jî rêjeya hevberdanê jî her diçe zêde dibe. Dema ku jin li hember şidetê serlêdanên suc dikin li hemberî xwe dadger û dozgerên bi hişmendiya mêran dixebitin dibînin. Aktîvîsta mafê mirovan Parêzer Dilşa Dilovan Bozkuş li bajar zêdebûna şideta ser jinan nirxand. Dilşa wiha axivî: "Di zagonan de biriyarên ji bo başbûna jiyana jinan ser kaxezê dimînin. Di berîka gelek jinên hatine qetilkirin de daxwaznameyên ji bo telebên parastina wan derdikevin. Ev rewşek ya xemgîniyê ye."

Dilşa bilêv kir ku di van demên dawiyê de hevberdan zêde bûye û wiha berdewam kir: "Jinên ciwan yên 20 salî ku nû zewicîne ji ber şideta dibîne ji bo hevberdanê serlêdan dikin. Di mijarên bi vî rengî de jinên kurd zêdetir bi hişmedîne, dema ku serlêdan dikin dikarin xwe bînin ziman, dema ku derdikevin pêşberî dadgehê jî bêyî ku heyecan bibin daxwazên xwe tînin ziman."

(zt)