Îdianameya qatîlên Ozgecan hat pejirandin

12:37

JINHA

MÊRSÎN - Îdianamey ku li ser kuştina Ozgecan Aslan hat amadekirin, ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê ve hat pejirandin.

Îdianameya li ser cînayeta Ozgecan Aslan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ve hat amadekirin, ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê ve hat qebûlkirin. Îdianama hat amadekirin, di 9'ê Nîsanê de pêşkêşî dadgehê hatibû kirin. Di gilînameyê de ji ber sûcên "Bi hestên cinawirî û êşkişandinê mirov kuştine" û "hewl dane êrîşa zayendî bikin" hat xwestin ku bersûc Sûphî Altindoken, Fatîh Gokçe û bavê Altindoken Necmettîn Altindoken bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî werin cezakirin.

(zt)