Hevserê Elif ya ku tê gotin li Sêrtê 'întihar kir' ji 'qetilkirinê' hat girtin
13:54
JINHA
SÊRT - Hevserê Elif Dundar ya ku li Sêrtê bi guman jiyana xwe ji dest da Zeki Dundar ji "bumana qetilkirinê" hat girtin. Li gorî gumanên heyî zêdetir dide nîşandan ku wî Elif qetilkiriye.
Dayîka 3 zarokan Elif Dundar ya 27 salî li Taxa Dumlupinarê dijiya di mala xwe de mirî hat dîtin. Hat zanîn ku demdirêje Elif ji hevserê xwe şidet dîtiye. Li gorî şahidan û deverên ji ber derban di canê wê de reşbûyî gumanên ew hatiye qetilkirin zêdene. Li gorî şahidên li cihê bûyerê nêrîn ku Elif li banoyê de bi kefiya serê xwe xwe dardekirinye ne gengaze.
Hat zanîn ku hevserê Elif Zeki dundar ji ber qetilkirina wê hat binçavkirin. Di otopsiyê de ser bedena Elif xalên reş yên cihê derban heye, ji ber wê jî hevserê wê Zeki bi navê "gumana qetilkirinê" hat girtin.
Li aliyê dinê duh êvarî piştî otopsiyê bi lez cenazeyê Elif denfinkirine. Endamên Şaxa ÎHD Sêrtê û Komela Piştevaniya Jinan Berfin girêdayî mirina Elif ya bi guman diyar kirin ku dê bûyerê bişopînin.
(zt)