Leşkerên ku jin qetilkirine hewil didin xwe pak bidin nîşandan!
13:29
Mizgin Adım/JINHA
ŞIRNEX - Parêzer Filiz Olmez diyar kir ku di lêpirsîna doza jinên ser sînorê Rojava û Tirkiyê ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin de leşker hewildidin xwe pak derxînin û wiha got: "Li Tirkiyê sînorên dinê jî hene. Mînak dema ku em li sînorê Yunanistanê re derbasdibin yekî hatî qetilkirin dizanin. Lê dema ku ev rewş li Kurdistanê be cudaye. Ji ber di hevpeyîmanên navnetewî de sînorên Kurdistanê tine tên hesibandin ji ber wê jî mafê jiyana mirovan tê binpêkirin."
Dema ku Saadet Derviş li gel 2 zarokên xwe û bavê xwe di 18'ê Gulana sala 2014'an de li sînorê Tirkiye û Rojava re derbasdibû ji aliyê leşkerên tirk ve hat gulebarankirin û qetilkirin. Her wiha di 29'ê çileya sala 2015'an de Nezahat Celal Sadun jî bi heman şêweyî li ser heman sînorê navbera Tirkiye û Rojava de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Di 16'ê tîrmeha sala 2014'an de jî jina bi navê H. H ji aliyê leşkerên tirk ve ser sînorê Tirkiye û Rojava hat tecawîzkirin. H. H xwest leşker bên cezakirin.
'Leşker dixwazin xwe pak derxînin'
Parêzer Filiz Olmez qirkirinên ser sînor û berdewamkirina lêpirsîna di derbarê wan qirkirinan de nirxandin kir. Filiz da zanîn ku di raporên tên amadekirin de leşker dixwazin xwe pak derxînin û wiha got: "Em ditirsin ku di dosya Nezahat ya ser sînor hatî qetilkirin de jî biriyarek weke ya Saadet Derviş bidin." Filiz girêdayî qetilkirina Saadet Derviş (Saada Derwich) wiha axivî: "Saadet di 18'ê Gulana sala 2014'an de li gel bavê xwe û 2 zarokên xwe dema ku hewildinan li sînor re derbasbibin, leşkerên qereqola gundê Ugurkoy ê ew gulebaran kirin. Li gorî axaftina bavê wê Methi Derviş bi saetan wan hewar kiriye lê kes di hewara wan de neçune. Ser wê de jî Methi cenazê keça xwe sed metreyan kişandiye heya ber wesayîtên zirxî. Saadet piştî 4 saetan digihînin nexweşxanê û dema digihînin nexweşxanê jî ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Girêdayî mijarê lêpirsîn hat despêkirin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ve hatî vekirin bi hincetên weke berî mehekê di gulebarana baldarbûnê de Saadet birîndarbûye, bi hincetên wiha vala biriyara neşopandina dosyê dan."
'Qeyîdên qemereyan yên girêdayî wê rojê nîne'
Filiz anî ziman ku jina bi navê Nezahat Celala Sadun ya 32 salî jî di 29'ê çileya sala 2015'an saet di 17.30'an de dema ku xwest ji ser sînorê Qamişlo derbazî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bibe ji aliyê leşkerên qereqola Ugur ê ve rastî gulebaranê hat û di encama gulebarnê de hat qetilkirin û wiha domand: "Hîna Nezahat neketibû nav axa Tirkiyê, divê ew nehatibana gulebaran kirin. Girêdayî wê rojê qeyîdên qemereyan di dosiyê de nîne. Ev rewşek erjenge. Em ditirsin ku di vê dosyê de jî biriyarek weke dosya Saadet Derviş bidin."
'Hevpeyîmanên navnetewî tên binpêkirin'
Filiz bilêv kir ku her dem bûyerên wiha ser sînorên Kurdistanê tên jiyîn û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyê sînorên dinê jî hene. Mînak dema ku em li sînorê Yunanistanê re derbasdibin yekî mirî dizanin. Lê ev rewş li Kurdistanê cudaye. Ji ber di hevpeyîmanên navnetewî de sînorên Kurdistanê tine tên hesibandin ji ber wê jî mafê mirovan yê jiyanê tên binpêkirin. Beriya niha dosya Roboskiyê jî bi hincetên ji ber bi rêyên ne zagonî çune ji derveyî welat biriyara neşopandinê dan. Li gel di nava yên hatin qetilkirin de bi dehan zarok hebûn jî biriyarek wiha dan."
Filiz destnîşan kir ku ji bo êdî bûyerên wiha neyên jiyîn divê dosya baş bên lêkolîn kirin, bên cidî girtin û wiha dom kir: "Divê êdî qalik ji bûyerên suc re neyên dîtin. Li cihê wê divê sucdar li gorî sucê kirî bên darezandin û cezakirin. Ser sînorê Rojava di tîrmeha sala derbazbûyî de jina bi navê H. H ji aliyê leşekeran ve hat tecawîz kirin. Li gorî hiquqa navnetewî yekî ji welatê xwe bireve û rastî hovîtiyek wiha bê ew sucê mirovahiyê ye. Divê dozger demek ji ya din zutir têkevin tevgerê kê ev suc kiriye derxîne û darezîne."
'Di aliyê me de bûyer zelal nebûye'
Parêzer Sertaç Ozkan jî girêdayî dosya Saadet Derviş nirxandin kir. Sertaç diyar kir ku doz ji aliyê Dozgeriya Leşkeri ve diyare lê di aliyê wan de nediyare û wiha got: "Li gorî şahidên bûyerê yên bi xwe dîtîn, leşkeran ew hedef girtine û wiha gulebaran kirine. Lê dozgeriya leşkerî guh nedan şahidê bûyerê. Em diwê baweriyê denin dozgeriya leşkerî lêpirsîn bi kêmanî daye despêkirin."
'Li dijî hiquqa Tirkiyê ya koçberan tevdigerin'
Sertaç anî ziman ku Saadet Derviş piştî 3-4 saetan nû gihandina nexwşxanê û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirkiyê li dijî Komara Hiquqa Koçberan ya Tirkiyê tevdigerin. Dewleta Tirkiyê neçare deriyê xwe ji koçberên ji aliyê dinê ve tên li sînor re derbasdibin veke. Bi awayê îdeolojîk nêzî koçberên tên dixwazin li sînor re derbasbibin dibe. Gelo heger ev ne sînorê Suriyê bana sînorê Yunanîstan yan jî Azerbeycanê bana dê heman tişt hatibana jiyandin?" Sertaç bilêv kir ku ser sînorê Suriye û Tirkiyê ew pir rastî van bûyeran tên. Sertaç derbirî ku ew li hember wê neşopandina dozê nerazîbûn nîşandide û dê di derbarê serkaniya giştiya leşkerî de dozê veke.
Sertaç di dawiyê de bilêv kir ku dê her dem şopdarê dozên wiha bin.
(ma/zt)