Rêxistinên jinan: Li Rihayê bi qasî tê xwestin êrîşên îstismara zayendî nayên lêkolînkirin
15:25
JINHA
RIHA - Platforam Jinên Rihayê destnîşankirin ku mêrê îstirmara zayendî li du xwendekarên lîsê kirî ji aliyê dadgehê ve serbest tê berdan, bûerên tecawîzê baş nayên lêkolînkirin.
Li Rihayê hefteya borî li Dibistana Anatolya Teknîk û Pîşeyî ya Îsmaîl Nazîf Bayraktar xwendekarên keç ên 16'e salî bi navê G.A. û M.B. bi îdiaya ji hêla Cîgirê Midûrê dibistanê bi navê H.T. û M.K. rastî îstîsmara zayendî hatine û giliyê wan kiribûn. Mamosteyên "tacîzkar" li ser giliyê xwendekaran tacîzkar hatin binçavkirin û ji hêla dadgeriya nobetdar ve bi şertê "kontrola edlî" serbest hatin berdan. Piştî vê yekê herdu tacîzkar ji hêla qeymeqamê Karakopruyê ve ji peywirê hatin dûrxistin. Platforma Jinên Rihayê bi vê boneyê li Şaxa ÎHD'ya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê platformê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Nalan Durdu axivî û got ku di hundirê salekê de 100 zarok hatine binçavkirin û rastî tacîz, tecawiz û îşkenceyê hatine.
'Bila tecawzikar bê cezakirin '
Nalan diyar kir ku li Tirkiyeyê di binpêkirina mafan de ji sedî 22 jê yên li hemberî zarokan pêk hatiye û wiha axivî: "Ji 122 hewldanên xwekuştinê de 13 jê jiyana xwe ji dest dane. 640 zarok ji hêla polîs û leşkeran ve hatine birîndarkirin. Di van sê mehên dawî de jî 205 zarok hatin binçavkirin û 18 kes hatin girtin. 872 zarok saziyên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî jî bi gumana 'bisûcê poltansiyel' hatine deqkirin. Ji 107 bûyeran 100 kes di saziyên dewletê û di bin çavderiya dewletê pêk hatine. Em wek jinên Rihayê em dibêjin ku li ser van bûyer û îdiayan lêpirsînên pêwîst pêk nayê û li ser wan ranawestin. Em dixwazin ev kesên ku navê wan di vê bûyerê de derbas dibin derkevin pêşberî dadgehê û bên cezakirin."
(zt)