Bi reng û adeleta jinê dadgeh
09:40
Ebîr Ehmed /JINHA
HESEKÊ - Jin di encama berdêlên giran û têkoşîna dijwar karî xwe li hemû navenda civakê bi cih bike û di nava qadên dadgehê de jî pêşengiyê bike.
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîr a Rojava, xebatên dadgehê bi pêşengtiya jinan rengê xwe dide civakê. Di encama têkoşîna jinan ya bê hempa îro li hemû saziyên Rojava xebat bi reng û edelata jinan tê rêvebirin. Derbarê xebata dadgehê de, Rêvebira Dadgeha Gel ya Hesekê Nefûsa Hiso axivî. Nefûsa li ser xebat û rêbazên ku wek jin li ser radiwestin axifî û got: "Gelek dozên giran tên dadgehê, em li gor sucên hatine kirin û şêwayê pêkanîna sucan bi biryarên hevpar û qanûnê dadgehê çareser dikin. Bi piranî dozên tên ber destên me jî dozên giranin, lê belê em ji xwe re nakin astang û hewildana me ya çareseriyê zêde ye."
'Em hêza xwe ji şervanên YPJ'ê digrin'
Nefûsa balkişand ser hêz û têkoşîna jinan û wiha pêde çû: "Her jinek dixweze hebûna xwe di nava têkoşîna jiyanê de avabike. Em hêza xwe ji şervanên YPJ'ê digrin, şervanên ku bê tirs li hember hovitiya dijmin şerkirin. Lê belê ev yek têra nake, pêwîste li kêleka jinên bi çek jinên xwendevan, karker jî cihê bigre. Da ku hêza avabûna jiyana nû bi destê jinan rengê xwe belavî hemû cîhanê bike."
'Em bi şêwayê xebatên xwe şêwe didin jiyana xwe'
Endama Rêvebiriya Buroya Dadgehê Şêrîn Xanim jî behsa rola jin û xebatên buroyê kir û got: "Doz piştî dadgehe dewrî me tê kirin, em li vir çareser dikin. Em bi şêwaya xebatên xwe hebûna xwe didin avakirin. Bawariya min heye ku jin li Rojava di nava hemû xebatên jiyanê de pêşegtiyê bike."
'Pêwîste li her qadê jiyanê jin hebe'
Edla Ehmed ya ku cihê xwe di dîwana dadgehê de digre got: "Dîwan bingeha dadgehê ye. Jin di her qadê dadgehê de cih digre û di dîwanê de pêşenga xebatê dike. Em piranî li ser dozê jinan radiwestin û hewil didin ku mafê jin bidest bixin. Mafê jinan tu car ji aliyê pergal û desthilat daran ve ne hatiye pejrandin û her tim mafê jinan hatiye bin pêkirin. Lê em hewil didin rastiyê esas bigrin."Edla gotina xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîste li her qadê jiyanê jin hebe, bi hêzbûn û çalakbûna jin ne tenê li xebatê dadgehê li hemû qadan pêşketin esas bigre."
(rc)