Zarokê ne hatiye dinê tevî diya xwe hat girtin!
11:13
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê 5 welatiyên pêr serbest hatibûn berdan li ser îtiraza dozger bi jina ducanî Guneş Susan re 3 welatî hatin girtin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di nava hefteya derbasbûyî de 5 welatî hatibûn binçavkirin û ji hêla dadgehê ve serbest hatibûn berdan. Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê îtîrazî serbest berdana welatiyan kir û li ser vê îtîrazê jina 8 meh in ducanî ye Guneş Susan, hevjînê wê Kamuran Susan û Mehmet Alî Gokçe hatin binçavkirin û ew birin Edliyeya Mêrdînê. Dadgeha Sulh Cezayê ya Mêrdînê bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û her sê welatî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
(rc)