Bavê ku keça xwe bi 8 darban kêr kir ji muebetê 2 sal cezayê wî hat xwar!

15:22

JINHA

EDENE - Li Edeneyê Îsmaîl Yagmur ê 55 salî ku keça xwe ya 17 salî P. Y bi 8 darban kêr kirî dadgehê ji muebetê 2 sal cezayê wî bi hinceta hîna "P. Y. dijî" anîn xwar.

Dadgeha bi hişmendiya mêran dixebite ji bo ku bavê ji bo mirinê keça xwe ya 17 salî bi 8 darban kêr kirî ceza neke hemû rê ceribandin. Li Edeneyê di meha çileyê de Îsmaîl Yagmur ê 55 salî bi 8 darban keça xwe ya 17 salî P. Y. kêr kiribû li 8'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê derket pêş dadgehê. Îsmaîlê ku ji ber "hewil daye xizmên xwe yên nêz qetilbike" 20 sal ceza girtiye, heyeta dadgehê berê cezayê muebetê dabûyê.

Paşê bi hincetên kevneperest yên şideta ser jinan heyeta dadgehê 13 sal cezayê Îsmaîl anîn xwarê, hema piştî wê dadgehê îmza avêt binê sikandalek dinê 2 sal 8 meh û 15 roj anîn xwarê û tahiliye kirin. Hinceta dadgehê jî ji ber "hîna P. Y. jiyan dike" ye.

(zt)