‘Li cihê slîstikê kurê min kuştin…’
11:46
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNAX – Doza Nihat Kazanhanê 12 salî dewam dike. Dayika Nihat Ayşe Kazanhan diyar kir ku wê bi delalî kurê xwe mezin kir lê dewletê li cihê lîstikê kurê wê kuşt û wiha got: “Min Nîhatê xwe bi delalî mezin kir. Nîhatê minê 12 salî ji min girtin û di wî temenê biçuk de qetilkirin. Heta ez saxbim dev ji doza xwe bernadim. Ez dixwazim kesê kurê min kuştine cezayê giran bigirin.”
Doza zarokê 12 salî Nihat Kazanhan li 1’emin Dadgeha Cezayê Giran ya Cizîrê dewam dike. Doza ku di saetê sibê de despê kir heta derengê şevê dewam kir. Nêzî 20 baroyan, İHD, Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadir Konur, rêvebirê HDP û DBP, Rêxistina Afuya Navneteweyî, 60 parêzer jî di navê de gelek welatî tevli runiştina dozê bûn. Ji ber ku ifadeyên polêsan bi sîstema tele konferansê dihatin sitendin gelek caran pirsgirêkê teknikî derketin û îrtîbat qut dibû parêzeran li hember vê yekê nerazîbûn nişandan. Parêzeran du caran daxwaza hatina ber suca kir lê ev daxwaz bi hinceta ewlehiyê hat ret kirin. Piştî ku ifade dayîna bersucê girtî M.N.G bi dawî bû doz taloqî roja din hat kirin. Piştî biryara taloqê Serokê Baroya Şırnexê Nêçirvan Elçî li ber Dadgeha Cizîrê daxuyanî da. Nêçîrvan diyar kir ku ji bo ku ev buyer dernekeve holê her çiqas hewil hatibe dayîn jî her tişt li holê ye û wiha axivî: "Îfadeyê ber suc M.N.G balkêşin. Ji ber ku tifinga ku bi kar aniye li ser fîşekê ‘li dijî mirovan bi kar neynin' dinivîse me pirs kir ka destura wan heye van tifinga bi kar bînin a na. Wî jî got: ‘Talimatek wiha hebe jî ji wan re nehatiye gotinê, talimatek bi vî rengî hebe jî Emniyetê ji bo ku xwe xeles bike ji wan re negotiye.’ Ev ifade ihtimala ku sucên bi rengî zêde çêbubin diyar dike."
‘Doz weke leystika şanoyê ye’
Nêçirvan got ku berî Nihat Kazanha jî 5-6 kes bi heman rengî hatine kuştin û di derhekê kuştina wan de doz nehat vekirinê eger di derheqê kuştina Nihat de jî doz nehatina vekirinê ewê kuştin dewam bikirina. Neçirvan bi lêv kir ku ev suc tesadüfî nîne û hatiye plan kirin ji wê bûnê divê bersucê ku serbest tên darizandin jî werin girtin.
Bavê Nihat Mehamet Emin Kazanhan jî dozê şirova kir û got ku doz weke şanoyê derbasdibe eger ew ji vir adeletê negrin ewê doza xwe bivin dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa û wiha axivî: "Kurê min ji ber ku kurd bû hat kuştin. Bi kestî kurê min kuştin û peyam dan.”
‘Kurê min li cihê lîstikê kuştin’
Dayîka Nihat Ayşe Kazanhan jî diyar kir ku wê bi delalî kurê xwe mezin kiriyê lê dewletê di rojekê de wî qetilkir. Ayşe got ku ew dev ji doza xwe bernadin û wiha axivî: “Nihatê min bû 12 salî, min rojek zeleyek jî lê nexist. Rojek sar bûna min wî nedişand dibistanê, min wî şiyar nedikir.” Ayşe desnişan kir ku cihê kurê wê lê hatiye kuştin cihê seyranê bûye û kurê wê li wê derê dileyist û wiha pêde çu: "Kî çube wê derê zane ku li wê derê bi keviran û bi kuçan ji xwe re dilîstin.” Ayşe got ku Nihat ne kurê wê tenê ye kurê hemu kurdane û ew tenê dawa wî dixwaze û ev tişt got: "Ez dixwazim ew kesên ku kurê min kuştine ne hindik gelek di hevsê de bi mînin. Ev 4 mehe ez bûm wek dînan.” Ayşe da zanin ku hemu kes li Nihat xwedî derketine û ev xwedî derketin hêzek mezin dide wê. Ayşe got ku heta niha tu kesî ji dewletê li ser televizyonê jî sersaxî ji wan re nexwestiye. Ayşe diyar kir ku ew heta saxbe dev ji doza xwe bernade û ew dixwaze kesê kurê wê kuştine heta bi heta di girtîgehê de bin.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji axivî û diyar kir ku dadgeh bi tele konferansê bersuca tevlî dozê dike û gelek caran ew fam nakin ew çi dibêjin û ev nefam kirin wan dixe nav fikaran. Leyla got ku kuştina Nihat Kazanhan bi plansazî hatiye kirin û ew hêvidarin ku kesê wî kuştiye cezayek mezin bixwe. Leyla daxuyaniyê rayadarên ku dema Nihat hatibu kuştin bibîr xist û wiha got: "Dimen derewên wan derxist holê. Ew bi xwe jî a niha qebul dikin. Em jî dibêjin rastî li holê ye ne tenê ewê ku kuştiye kesên ku talimat girtine heta midurê ewlehiyê divê werin ceza kirin da ku carekdin zarok neyên kuştin.”
Wê doz îro bi ifadeyên ber sucên din dewam bike.
(ma/zt)