Li İzmirê ji bo 3'ê jinan doza merasîma cenaze
10:16
Ceren Karlıdağ/ JINHA
İZMİR - Di 7'ê cotmehê de li Îzmîrê dema ku ji bo alîkariya berxwedana Kobanê gel li qadan bûn Ekrem Kaçeroglu ji aliyê polît-nijatperstan ve hat qetilkirin. 3 Jinên ku wê demê tevlî merasîma cenaze bûne bi hincetên "Propagandaya rêxistinê kirine" doz li wan hatiye vekirin. Dozgerê ku YPG ya bi berxwedana xwe di tevahî cîhanê de hatî pejirandin weke 'rêxitina terorê' binav kir ji bo DAIŞ'ê jî berjengek nedît. Ji jinên tên darezandin Leyla Akcan diyar kir ku ji ber dewlet berxwedana YPJ'ê hezim nake ji ber wê jî tayîbetî jî ser jinan polîtîkaya helandinê bi kar tîne.
Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên mêtîngeriyê ser Kobanê berdewam dikir, ji bo alîkariya berxwedana Kobanê di 6-7'ê Cotmehê de qad vegiriyayîn serhildanan wê demê gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan jî Ekrem Kaçaroglu yê ji aliyê polîs-nijadperestan ve hat qetilkirin. Di dema merasîma cenaze de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" li 7'Emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Îzmîrê li 3 jinan doz hat vekirin. Jinên ku di derbarê wan de doz hatî vekirin Emîne Mamu, Leyla Akcan û Tugçe Ercan di 17'ê Hezîranê de derketin pêşberî dozêgeriyê. Di îdianamê de dozger cîh da îfadeyên sikandal yên weke ji YPG ya ku di tevahî cîhanê de hatî pejirandin gotina "rêxstina terorê" bi kar anî, ji bo rêxistina bi kiriyarên xwe yên herî kirêt di tevahî cîhanê de tê nasîn jî berjengek karnanî.
Tugçe da zanîn ku beşdarbûna merasîma cenaze bi hincetên "propagandaya rêxistinê" nîşandan weke polîtîkaya dewletê ya şerê derunî ser jinane, ji ber berşarbûna merasîma cenaze bi tevayî mijarek wijdaniye û got: "Weke kes min Ekrem Kaçeroglu nas nedikir. Di dadgehê de despêkê dozger pirsa 'Tu Ekrem Kaçeroglu nas dikê yan na' pirsî. Çawan bi hovane hatibû qetilkirin hemû Tirkiyê dît. Ya divê bê pirsîn ew qas bi hovane qetilkirina mirovekê divê qatîl bên dîtin û darezandin lê mixabin ji ber berşdarbûna merasîma cenaze em tên darezandin."
Tugçe anî ziman ku tevlîbûna merasîma cenaze kirina mijarek îlegal di heman demê de kîn û nefreta dewletê ya li hember gelê kurd jî dide nîşandan. Tugçe bilêv kir ku di dadgehê de dozger ji bo YPG ya ku di hemû cîhanê de bi berxwedana xwe xwe dayî pejirandin berjenên "rêxistina terorê" bi kar anî lê ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên di tevahî cîhanê de bi kiriyarên xwe yên der mirovane tên nasîn jî berjeng bi karnanî û wiha domand: "Hişmendiya ku ji rêxistina çeteyan ya zarokan dixe qefesan di şewitînin, jinan tecawîz dikin, mirovan qetildikin û kiriyarên ku mirov nikare bîne ziman ser mirovan tînin nebêje rêxistina terorê hewil dide me darezînin. Bila ne em yên ku alîkariya rêxistina hovane ya bi xwîn dike bên darezandin."
Leyla Akcan jî destnîşan kir ku bi qasî 5 hezar mirov beşdarî merasîma cenaze bûyîbûn, di nava merasîmek wiha de doz li 3 jinan vekirin mijarek ya fikirandinê ye. Leyla derbirî ku ev rewş ji rêzê nîne, ji ber serkeftina Kobanê AKP xistiye nava xeyalan û wiha berdewam kir: "Ya li vêderê dixwazin darezînin û qet na pejirînin serkeftina jina kurde. Ji ber YPJ'ê bi destê xwe DAIŞ binxistiye, dewlet li vêderê jî dixwaze hêrsa xwe ji jinan derxîne û ser me şerê derunî dide meşandin."
Leyla got: "Em di welatek bê dad de dijîn. Li pêşiya me pêvajoyek pir hesas heye. Bila êdî Ekrem ne mirin. Bila êdî zarok bê bav nemînin. Ez bang li her kesê dikim ku hesabê van qirkirinan bipirsin."
(zt)