Yekemin runiştina doza Nihat Kazanhan bi dawî bû
14:28
JINHA
ŞIRNEX – Yekemin runiştina doza Nihat Kazanhan bi dawî bû tevî li xwe mikur hatnên polîsê bersuc H.V jî dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo girtina bersucê serbest red kir û doz taloq kir. Parêzera Mafê Zarokan Gazal Bayram Kolumana diyar kir ku wan biryar girtiye dê dozê heta dawiyê bi şopînin.
Doza zarokê 12 salî ku li Cizîrê hatibû qetilkirin piştî du roja li yekimin Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin taloqî 2'ê Tîrmehê hat kirin. Roja pêşî îfadeyê polîsê girtî M.N.G hat girtin. Roja duyem jî dest bi Îfadeyê polîsê bi navê H.V, O.Ç,U.İ,G.t hat kirin. H.V li xwe mikur hat û got ku tiştek bi serê kesê de nê wî rastiyê veşartiye. H.V desnişan kir ku di veşartina rastiyê de ew ne bi tenê bûye û ji polîsan bigre heta fermandaran hemu kes meselê zanibiye. HV da zanîn ku ji bo ku rastî dernekeve holê çeka ku Nihat Kazanhan pê hatiye kuştin fişekê tevî ku kêm bûne jî di zabitnamê de tam hatiye nivîsîn. Tevî li xwe mikur hatina H.V jî daxwaza parêzaran a ji bo ku bersucê serbest werin girtin bi hinceta wezifedarê gelemperiyê nehat qebul kirin. Parêzeran li hember vê yekê nerazî bûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku taluka ku palpişt werin hunda kirin heye loma pêwiste bersucê serbest werin girtin.
‘Vî zarokî çi kiri bû ji we’
Bavê Nihat Mehmet Emin Kazanhan jî di dadgehê de axivî û diyar kir ku ev du roje li derewa guhdar dike û êdî sebra wî nema ye. M.Emin wêneyê Nihat derxist û pirsî :” Vî zarukî çi kiri bû ji we.” Li ser pirsa M.Emin her kes bê deng ma. Piştî biryarê li ber Dadgeha Cizîrê parêzeran daxuyanî da li ser navê parêzeran serokê Baroya Şırnexê Nuşîrvan Elçî axivî. Nuşîrvan diyar kir ku di gelek dozên wek vê dozê ku wezîfedarê dewletê li hember weletiyan suc kirine lê dadgeh her tim wan parastiye û wiha got: "Dadgehê daxwaza me ya ji bo girtina bersucê serbest bi hinceda wezîfedarê dewletê ne red kir.” Nuşirvan da zanîn ku ji bo ku edalet pêk were çi ji destê wan were ewê bikin û wiha dewam kir:” Berî kuştina Nihat 5 kesê din jî hati bûn kuştin eger failê her pêncan bihatina dîtin ewê Umît Kurt nahatina kuştin eger failê Umit bihatina Cezakirin ewê Nihat Kazanhan nahtina kuştinê. Nuşirvan desnîşan kir ku ev dewe gelek dîrokî ye û wiha pêde çû:”Eger buyer nê ronî kirin ewê li herêmê buyerê bi vî rengî tarî dewam bikin.”
‘Divê doz were berfireh kirin’
Gazal Bayram Kolumana ku endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê ye nirxand û diyar kir wan wek Baroya Amedê biryar girtiye ku vê dozê heta dawiyê bi şopînin. Gazal bi lêv kir ku mafê zarokek ê jiyanê jê hetiye stendin û wiha axivî: "Buyer di 14 Kanunê de pêk tê lê heta 19 Çileyê hatiye veşartin. Daxwaza me ewe ku ji kesê ku Nihat kuştiye heta fermandarê wan heta kesê ji qemeryê peywirdar hemu kes werin darizandin.” Gazal got ku M.N.G 3-4 caren gule berdaya nêzî 20 zaroka û pêwîste ji bo hemu zarokan cuda cuda ceza ji M.N.G re were xwestin.
(ma/zt)