Revand, îşkence û tecawûz kir, piştî 12 seatan serbest hat berdan!

09:31

Cahide Harputlu/JINHA

AMED - Cebraîl K. ku jina astengdar revand, mehekî bi îşkence û tecawûzê wê hepis kir û piştre bi gefan mar lê birî piştî bi şîkayeta malbatê hate girtin di nava 12 seatan de serbest hate berdan. Polîs, şîkayeta malbatê ku 'ewlehiya wan tune ye' nedît û prosedûra 'hevserî' li hember sucdar bi kar anî û tenê cezayê '6 meh dûrketinê' da.

Bêdengiya dadê ya li hember şîdeta jinê pêk tê berdewam dike; mînakek jî li ser xeta Elazîz-Amed pêk hat. Cebraîl K. (36) ku jina bi navê F.K ya astengiya wê ya zîhnî 'menta retardasyon' ( kor fêmî ya qismî) heye revand, bi gefan û darê zorê mar lê birî, tecawûz kir lê ji alî Emnîyeta Erganî ve li gel şîkayeta malbatê û raporên astengiyê jî wek hevserê F.K mûamele dît û pîştî 12 seatan bi cezayê '6 meh dûrketîn'ê serbest hate berdan. F.K (20) ku li Elazîzê jiyan dike, ji bo xebatê li kafeyekê dest bi kar kiriye li wê Cebraîl nas dike. Li gor gotina F.K, Cebraîl pişti wê nasdike êdî her tîm tê kafeyê û rojekê dema dike biçe malê wê direvîne.

'Li hember mehekî îşkenceyê cezaya 6 meh dûrxistin!'

F.K ku ji alî Cebraîl K. ya berê zewiciye û xwedî 2 zarokan e li Erganî di malekî de mehekî hate girtin û têkiliya wê bi hemû kesan hate birîn. F.K diyar dike ku piştî hatiye revandin xwestiye ku xwe xilas bike lê Cebraîl û malbata wî her tîm îşkence û gef lê kirinê û bi vî awayê mar a wê jî birîne. F.K da zanîn ku demek şunda xwe gihîştandiye malbata xwe û bi vî awayî xwe xilas kiriye. Malbata F.K der heqê Cebraîl K. de şîkayetdar in û ji ber ku Cebraîl ji alî emnîyeta Erganî ve serbest hatiye berdan bertek nîşan dan û dayîka F.K, A.P anî ziman ku her roj rastî gefên Cebraîl K. û malbata wî tên û got: '' ewlehiya me û keça min nemaye.''

'Bi gefan mar lê birîn'

F.K bûyerên ku heta niha jiyan kiriye anî ziman û got: "Eema ez li cafeyê dixebitîm kesên xerîb dihatin û diçun. Yek ji wan jî Cebraîl K. bû. dema me hev dû nas kir wi xwe wek yekî 23 salî û azep da nasandin û daxwaza xwe ya zewacê jı mın re got. Min qebûl nekir. Şevekî dema ez ji cafeyê ber bi malê ve diçûm min revand. Li min çi kiribû nizanim lê dema ez hatim ser hişê xwe min xwe li mala wî dît. Min anîbû mala bavê xwe ya Erxenî, malbata wî jî li wir bû û hemû bi yek gotinî gefan li min dikirin û digotin 'êdî xilasbûyina ji vir tune ye, destê me dirêje tû nikare tiştek bike.' Piştre ez hîn bûm ku berê zewicandî bûye û xwedî 2 zarokan bû. Min carekî hewl da ku ez birevim lê dîsa min girtin û her tim tundiyê li min dikirin.'' F.K da zanîn ku meheki li odeyekî hatiye hepskirin û her tim rastî tecawûz û şidetê hatiye. F.K anî ziman ku Cebrail K. bi gefan û bi darê zorê mar lê biriye û wiha berdewam kir: "Ez her tim di odeyeki de dihatim girtin û nedihîştin ku têkiliya min bi hin kesên din re çêbibe lê min careki derfet bi dest xist û agahî da malbata xwe.''

'Ewlehiya me tune ye'

Dayika F.K., A.P ani ziman ku meheki li her derê li keçika xwe geriyaye û dema ku agahî ji wê girtiye hatiye Erxenî û bi rapora keçika xwe serî li emniyetê daye. Bi awaya ku keçika xwe bibîne çûye mala
Cebrail K. û piştre polîsan agahdar kiriye. A.P da xuya kirin ku dema Cebrail K. hatiye binçavkirin keçika xwe girtiye lê ji ber ku Cebrail K. hatiye berdan bi şayiş e lewre her tim gef li wan tê kirin û got: "Ewlehiya me tune ye''A.P serbest berdana Cebrail K. re jî bertek nîşan da û diyar kir ku tû carî dev ji vê doza xwe bernadin.

(ch)