Ji bo komelebûnê KJA yê serlêdana fermî kir

12:27

JINHA

AMED - KJA yê ji bo fermî komelebûnê serî li Walîtiya Amedê da. Namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata diyar kir ku ji bo serlêdanê wan bersivên erênî girtine û got: "Emê weke jinên Kurdistanî dibiniya KJA yê de bicivin û di avakirina jiyana nû de rolê zindî bilîzin. Di serlêdanê de me bersiva 'dibe' girt. Emê di demek nêz de komela xwe vekin."

Piştî Kongra jinan ya di 31'ê çile û 1'ê Sibatê de li Amedê bi beşdariya 501 delegeyan hatî li darxistin êdî dbin banê Kongra Jinên Azad (KJA) yê de jin tekoşîna xwe berdewam dikin. KJA yê ji bo bi awayek fermî komela xwe avabikin serî li Walîtiya Amedê dan. Namzeta HDP'ê ya Êlihê û berdefka demiya KJA yê Ayla Akat Ata, Namzeta HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, Aktîvîsta KJA yê Sara Aktaş û Komisyona Hiquqê ya KJA yê ji bo komelebûna fermî serî li Walîtiya Amedê dan û bi Waliyê Amedê Huseyi Aksoy re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê KJA yê daxuyanî da. Namzeta HDP'ê Ayla Akat Ata daxuyanî xwend û da zanîn ku rêyên serlêdana fermi ya komelebûnê biriyara wan ya kongê ye.

'Em bang li hemû jinan dikin ku dibin vî banî de bicivin'

Ayla anî ziman ku jin pêşengiya pêvajoya heyî dikin û wiha dom kir: "Em bawerdikin ku dê rêxistinên jinan yên Tirkiyê girêdayî hilbijartinê bibin yek û tekoşîna xwe li perlementoyê berdewam bikin. Em weke Kongra Jinên Azad bang li hemû jinan dikin ku bin vî banî ve bicivin. Em jin emê bibin avakarê vê pêvajoyê. Emê jin hêviya jiyana nû bilind bikin. Emê weke jinên Kurdistanî dibiniya KJA yê de bicivin û di avakirina jiyana nû de rolê zindî bilîzin. Di serlêdanê de me bersiva 'dibe' girt. Emê di demek nêz de komela xwe vekin."

Aktîvîsta KJA yê Sara Aktaş jî bilêv kir ku wan weke Tevgera Jinên Kurd bi deh salan tekoşîna herî watedar meşandin, bi bedelên giran hatin van rojan û dê ji niha û şun de jî tekoşîna xwe berdewam bikin. Sara sedema serlêdana wan jî wiha anî ziman: "Em aramcdikin ku tekoşîna xwe di qadên hîn firehtir de berdewam bikin. Em ji bo komelebûnê û avêtina gavên dîrokî bang li hemû jinan dikin ku dibin vî banî de kom bibin û di rêya azadiyê de bimeşin."

(zt)