Li sê navendan jin ji bo dadê di çalakiyan denin
10:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Elmanya Munchenê û li paytexta Belçîka Brukselê ji bo aşkerakirin kujerên ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd Avesta çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de pankarta ji wêneyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez a bi nivîsa "Em dixwazin komkujiya Parîse were ronîkirin" hat vekirin. Di çalakiyê de li ser komkujiyê belavok hatin belavkirin. Her wiha ji bo tûrnûvaya "Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê" ya 24'ê Gulanê roja Pêncşemê, ku ji aliyê Ciwanên Azad ve tê organîzekirin, banga tevlîbûnê hat kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hat lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê ji aliyê Ciwanên Azad, YXK Munchen û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku komkujiya Parîsê were ronîkirin û belavokên bi zimanê Elmanî û ji wêneyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin belavkirin.
BRUKSEL
Li Belçîkayê jî çalakiya "bêdengiya we ji hevkariya we tê" ya ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd her hefte tê lidarxistin, vê hefteyê li paytext Brukselê pêk hat. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de gelek Kurdistanî amade bûn û daxwaza edaletê careke din hat dubarekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Em edaletê dixwazin", "Em ê ji bîr nekin, em ê nedin ji bîr kirin", "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" yên bi Kurdî û Fransayî hatin qîrîn.
(zt)