Reyhan Yalçındag: AKP'ê zarok teslîmî Deniz Feneri yê diz kiriye
09:26
Zehra Dogan/JINHA
AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag di demên dawî de îstismara ser zarokan ya di rojevê de nirxand û diyar kir ku daraz di van aliyan de kêm dimîne. Reyhan da zanîn ku herî zêde îstismar li yurdên zarokan tê jiyîn û got: "Ev jî têrnekir zarok dane destê Deniz Fener ê ku li hemû Ewrupayê diz tê zanîn kirine. Bi van nêzîkatiyan em zêdetir li benda rojên xirabin."
Li Tirkiyeya ku îmzaya wê dibin Hevpeyîmana Mafê Zarokan ya Gerdunîdene, lê mixabin şidet û îstismara ser zarokan bi her awayî berdewam dike. Me pak derxistina darazê ya tecawîzciyan û AKP'ê ewlehiya zarokên yurdan xistina destê Komela Deniz Fener ê ku bi diziyê di rojevê dene ji Parêzer Reyhan Yalçin Baydemir pirsî. Reyhan wiha nirxandin kir: "Di welat de tacîz û tecawîza ser zarokan nebese vêcarê jî ewlehiya zarokan xistiye destê Deniz Fener ê ku li hemû Ewrupayê diz tê zanîn. Ev mirovbûnek çawaye."
'Dîroka mirovahiyê ji sucên zarokan dagirtiye'
Rehyan balkişand ser dîroka welat ya ku ji qirkirinên zarokan dagirtî û wiha domand: "Civaka ku zarokên xwe winda bike, pêşeroja xwe jî winda dike. Em di nava serdestiyek ya civakê û pêşeroja civakê nafikirin de dijîn. Di rastiyê de binpêkirina mafê zarokan girhiştiye rewşek giran. Li welatên weke Çin, Malezya û Taylanê mirovên dewlemend bi hezaran zarokan li gemiyan dikin û difiroşin. Li Çat û Nijaryayê jî zarokan direvînin û weke bombeyên zindî dixebitînin. Em hinek ber bi Rojhilatbên li Talîbanê zarok tên qetilkirin, em ber bi Kurdistanê jî bên ji aliyê DAIŞ'ê ve zarok tên revandin, tacîz û tecawîz kirin. Li Tirkiyê her roj bi sedan zarok rastî îstirsmarê tên. Em cîhanek ev hemû bi awayê herî rejeng têde tê jiyandin dibînin. Mixabin heya deshilatiya dewletê berdewam bike dê dîroka mirovahiyê gelek tiştan winda bike."
'Daraz îstismarê normal dibîne'
Reyhan anî ziman ku li Tirkiyê daraz îstismarê normal dibîne û wiha berdewam kir: "Bi vê hişmendiya darazê ya heyî her roj bi sedan zarok rastî îstismarê tên. Di mehên derbasbûyî de derunasê nû li Esirgemeya Xizmetên Civakiya Zarokan ya Xerpêtê hatî dabînkirin bi salan zarokên li wê dimînin ji aliyê peyîwirdarên wê ve tên tecawîzkirin derxist holê. Hîna jî midurê yurdê bi gotinên 'Ez îftirayan navêjim ser elemanê xwe' lêpirsînê venake. Ev suce, dest ji xizmeta zarokan berdin, heta midur nahêle di derbarê elemanê wî de lêpirsîn bê kirin, bi vî awayî dibe hevkarê suc."
'Tenê derdê AKP'ê diziye'
Reyhan wiha dom kir: "Wêdemê Polîtîkaya Xizmetên Malbat û Civakê çî kiriye. Di meha nîsanê de ne tenê li Elmanyayê li hemû Ewrupayê Komela Deniz Fener bi diziyê hat nasîn ew berpirsê zarokên bêkese. Ev mirovbûnek çawaye? Ev polîtîkaya civakî, ji dîn derketine û tenê weke amêrek siyasetê dana xebitandine. Navendên civakî jî bûne proto tîpên dewletê. Zarokên me spartine komeleyek wiha ya dizan. Derdek yê dewletê yê parastina zarokan ji travmayan çawan rizgar bike nîne, tenê derdê wan diziye."
(zt)