Navê tundiyê li dadgehê bu 'terbiye'
14:19
JINHA
STENBOL- Bavê ku li keça xwe dayî, ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku xwestiye keça xwe 'terbiye' bike hat berdan. Daraz mûdaxeleya biryarê kir.
Dadgeha 3'emîn Ceza ya Sulh a Kûçûkçekmeca Stenbolê tundiya ser zarokan rewa kir. Zaroka 16'e salî ji ber ku bavê wê tundî li hember wê pêk anîbû serî li dadgeha bilind da. Doza ku derbarê bav de hatiye vekirin Dadgeha 3'emîn Ceza ya Sulh a Kûçûkçekmece bi hinceta xwestiye keça xwe 'terbiye' bike hat berdan. Di sala 2005'an de biryara Zaguna Cezayê Tirkiyê a ku ketibû meriyetê "Kesên ku disiplîna heyî bi awayek xirab bi karbînin, dê salek cezayê girtîgehê bigre."Lê belê ruxmî ku tundiya fîzîk di biryarê de tune ye biryara ku dadgeh standiye dê ji gengeşî re rê veke.
Parêzer biryarê paqij derxist derxist. Lê belê Daraz biryarê ku hatiye dayîn red kir û diyar kir ku pêwîste bav bê ceza kirin.
(rc)