Dadgehê ji bo ensestê 'delîlên şînber' xwest!

09:28

Cahide Harputlu/JINHA

AMED - Li Çermûgê zaroka bi navê S.İ ya 16 salî ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî îstismara zayendî hat. Li ser giliyê S.İ doz hat vekirin; lê ji ber dadgehê 'delîlên şînber' xwest biryara darezandina bêgirtî girt. Dadgeh, S.İ ya diyar kiri bû ku 'ewlehiya Canê wê' nemaye şand yurda zarokan.

Biryarên dadgehê yên skandal ku li hemberî zarokên rastî îstimara cinsî tên di rojên dawiyê de zêdê bûne. Li navçeya Çermûgê ya Amedê jî derket holê ku zaroka bi navê S.İ ya 16 salî 2 sale ji aliyê bav û 2 birayên xwe ve rastî istismara zayendî tê. S.İ dema vê rastiyê ji mamosta xwe ya rehber re vegot ev buyer gihişt dozgerşyê û li hember bav û 2 bira lêpirsîn hate vekirin. Dozger piştî îfadeya S.İ, îfadeya bavê wê Ş.İ û birayê wî İ.İ jî girt û bi daxwaza girtinê wan sewqî dadgehê kir.
Çermûgê ya Cezaya Sulhê kir.birayê S.İ M.İ jî ji ber ku li leşkeriyê ye ifada wî hê nehatiye girtin.

'ewlehiya canê zaroka S.İ tune ye'

Heyeta dadgehê jî biryarekî bi skandal girt û îfadeyên S.İ wek delil qebul nekir û ji ber ku 'delîlên berbiçav' tune ye kesên tacizkar serbest berda.dadgeh zaroka bi navê S.İ jî şand yurda zarokan û bi vî awayî wê careke din mexdûr kir. S.İ diyar kir ku ji ber ku her tişt eşkere kiriye êdî ewlehiya canê wê nemaye û got: "Malbata min dibe ku zerarê bidin min. Apê min jî di demek nêz de jinek qetil kiribû û hê jî qaçaxe ji ber vê ewlehiya min jî tuneye û ez pir ditirsim."

(ch/zt)