Di îstismara zaroka keç de 10 kes hatin girtin
13:17
Hezîran
9
/ 2015
JINHA
EDENE - Li Edeneyê di doza G. S. Ç ya 14 salî ku demek bû wihda û rastî îstismarê hatî de ji 30 kesên têkildarî bûyerê hatîn binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Li navçeya Yumurtalik a Edeneyê ev demek ku G. S. Ç ya 14 salî winda bû û 30 kesên ku hat gotin dest dirêjî zarokê kirine, piştî îfadeyên wan yên Emniyeta Polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji wan 30 kesan 10 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Ji gumanbaran 7 kes bi hinceta temenê wan di bin 18 saliyê de bûn, piştî îfadeyên wan hatin girtin. 8 kes jî ji bo darezandina ji derve hatin berdan.