Jin li ber Edliyeya Tarsusê kom dibin
11:14
JINHA
MÊRSÎN - Edliyeya Tarsusê ya ku dê 3 bersûcên qetilkirina Ozgecan Aslan lêbên darizandin ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û gelek saziyên jinan ên li bajarên cuda hatin jî li ber edliyeyê dest bi kombûnê kirin.
Edliyeya Tarsusê ya Mêrsînê ji ber doza Ozgecan Aslan ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Li derdora edliyeyê gelek TOMA û bi sedan polîsên çewîk hatin bicihkirin. Li ber edliyeyê nokteya lêgerînê hat danîn û polîs lêgerînê dikin.
Rêxistinên jinan tevlî dibin
Gelek nûnerên saziyên jinan ên Mêrsîn, Tarsus, Edene, Îskenderun, Hatay û Dîlokê hatin bajar û li ber edliyeyê dest bi kombûnê kirin. Jinên bi dowîz û pankratan hatin ber edliyeyê bi dirûşmeyên berz dikin komkujiyê şermezar dikin. Parêzerên baroyên Dîlok, Îzmîr, Hatay, Edene, Mêrsîn û bajarên din hatin jî ji bo dozê bişopînin tên ber edliyeyê.
Hat zanîn ku dayîk û bavê Ozgecan Aslan tevlî dozê nabin li ser navê malbatê dê apê wê Yaşasin Aslan tevlî rûniştinê bibe.
(rc)