Destpêkirina doza Ozgecan Aslan bi rageş bû

12:14

JINHA

MERSİN - Danişîna doza Ozgecan Aslan ya ji bo darizandina kujeran bi rageşî destpêkir. Rêxistinên jinan, parêzer û rojnameger bi hinceta ku salona dadê biçûke demeki nehatin girtin.

Doza darizandina 3 kujerên xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan ya li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hatibû kuştin li Dadgeha Tarsûsê ya 1'emîn Cezaya Giran de destpêkir. Her wiha Dadgeha Tarsûsê bi hinceta 'Ewlehiyê' hat vala kirin ku tenê ev doz dê were dîtin.

Danişîna ku bi rageşî destpêkir pêşî bersûc Ahmet Sûphî Altindoken, Necmettîn Altindoken û Fatîh Gokçe hatin salonê. Piştre malbata Ozgecan ket salonê. Parêzerên ku ji bo doza Ozgecan bişopînîn mûdaxîlî dozê bûbûn bi hinceta ku salon tenge tevahî nehat hîştin ku têkevin hundir. Her wiha rojnameger û rêxistinên jinan jî bi heman hincetan demekî li der hatin hiştin ku ev jî bû sedema rageşiyê. Piştî nîqaşan jin û rojnameger ketin salona dadgehê. Danişîn bi qeyda dengan û bi dîmen tê kirin. Pêşî kîpkirina nasnama hate kirin û ji bersûcan hate pirsîn ku 'sabiqa we heye an na?'' li ser vê pirsê her sê bersûc jî bersiva ku 'tune ye ' dan û li ser vê yekê dadger bertek nîşan da û got: '' sabiqa we heye, beyanên rast bidin.'' Piştî kîpkirina nasnameyan danişîn bi xwendina iddanameyê berdewam dike.

' Cezayên ku tê xwestin'

Der heqê bersûc Ahmet Sûphî Altindoken de bi iddayên ' Bi awayekî hovane û bi îşkence kuştin, veşartina delîlan û sûcan, êrîşa cinsî ya bi wesf, mirovan ji azadiya wan mahrûm hîştin.'' Der heqê Necmettîn Altindoken û Fatîh Gokçe jî ''Bi awayekî hovane û bi îşkence kuştin, veşartina delîlan û sûcan'' mûebbeta giran tê xwestin.

Jinan bertek nîşanî KADEM'ê dan

Her wiha çalakîya jinan ya li ber dadgeha Tarsûsê jî berdewam dike. Rêxistinên Platforma Jinên Tarsûsê, jinên HDP û CHP'yî, Platforma Sekinandina Kuştina Jinan û gelek rêxistinên din niha doza Ozgecan Aslan dişopînin. Rêxistina jina ya KADEM ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP'ê tê nasîn, rastî bertekên jinan hatin. Rêxistinên jinan KADEM'ê protesto kirin û gotin '' cihê wê li vir tune ye''

(ch)