'Salek borî lê hîna kujerê Îbrahîm ne hat darizandin'
12:17
Fîlîz Zeyrek /JINHA
ADANA - Di protestoyên bûyerên Lîcê Îbrahîmê 15 salî a ku bi goleyê ku polîsan li serê wî dabû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû, salek li ser vê bûyerê borî. Malbata Îbrahîm da zanîn ku ji bo li ser bûyerê bê girtin zarokek girtine binçav lê ew dixwezin ku faîllên bûyerê bin darizandin.
Welatiyên Navçeya Lîcê ya Amedê û gelek bajarên Tirkiyê sala borî bi armanca protesto kirina çêkirina qereqola çalakiyên protestokirinê li darxistibûn, leşkerên tirk li ser vê yekê mudaxeleya welatiyên çalakvan kirin û di encamê de Ramazan Baran û Bakî Akdemîr jiyana xwe ji dest dabûn. Di dema protestoyên ku li Lîcê despêkiribû di 15'ê Hezîrana 2014'an de li taxa Hûrriyetê ya Seyhana Edenê Îbrahîm Aras ya 15'e salî ew jî di encamê gole avêtina polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser bûyerê salek dibore lê hîna faîllê bûyerê nehatî darizandin. Di 16'ê Hezîrana 2014'an de di rapora otopsiyê de hat diyar kirin ku Îbrahîm bi bombeyê bi deng ve hatiye qetilkirin. Di 27'ê Tîrmehê de jî qeydên deng yên di dosyayên dema bûyerê de a 112 Acîl û 155 servîsên hawarê yên polîsan derketibûn holê.
'Hewildidin li ser bûyerê bigrin'
Malbata Îbrahîm ji bo ku faîllên bûyerê derkevin holê bi daxweznamê ve serî li Meclîsê dane. Di daxweznameya ku di rapora İHD'ê de derbasdibe, tê gotin ku Alî Alyakut diyar kiriye ku kapsûla bomebeya gazê li serê Îbrahîm ketiye, Behcîce Bakadur jî diyar kiriye ku sê polîs di mesafeya 35-40 metrî de bi bombeye bi deng li serê Îbrahîm daye, şahîdê bûyerê M.N.Z jî heman tişt aniye ziman. Li hember van îfadeyan jî dozgorî bi Şahîdên Veşartî ya Alanya yê da xuyand ku di destê kesek de tifing hebûye û hat îdîa kirin ku di encama agirberdana vî kesî de Îbrahîm jiyana xwe ji dest daye. Li ser îfadeyê şahîdê veşartî bi îdîayê ku zarokê 13'e salî a bi navê S.A. Îbrahîm qetilkiriye hat girtin.
'Bila kujer bên darizandin'
Li ser mirina Îbrahîm salek borî lê hîna malbata wî di îsyanê de ye. Dayîka Îbrahîm Servet Aras diyar kir ku dewlet lêpirsîn ji bo bûyerê da despêkirin lê di encamê lêpirsînê de ji sê polîsan re biryarê bêşopanî daye û ji bo ku kujer dernekeve holê ew zarokek kirin sûcdarê bûyerê. Servet anî ziman ku kujerê Îbrahîm hîna destê xwe dihejîne û li kolana digere û wiha domkir: "Dibêjin me yek dît ew kujere û avêtin girtîgehê. Ez ji vê yekê bawer nakim û dixweza min ewe ku kujer derbixin holê. Ji bo vê yekê dê têkoşîna min bidome. Mirada min ji xwedayê min ew e ku ev êşa ku min kişandiye ji wan re nemîne. Daxweza min tenê ew e ku kujer bên dîtin û darizandin e."
(rc)