Doza Somayê taloqî 18'ê tevaxê hat kirin

12:02

JINHA

MANISA - Rûniştina duyemîn a doza li ser karesata li Somayê, ku di encamê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê destpê kir. Di dozê de 8 jê girtî 45 kes tên darizandin.

2'emîn runiştina doza karesata Somayê, ku di encamê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê destpê kir. Di dozê de 8 jê girtî 45 kes tên darizandin. Ekîbên polîsan li salona rûniştinê û derdora wê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin. Li qadeke ji 1 kîlometreyî ya li dora navenda çandê ku doz lê bi rêve diçe, polîsan bend danîn. Malbatên karkerên madenê yên komkujî protesto kirin bi qîrîna dirûşma "Soma ji bîr neke, nede ji bîr kirin" bi awayekî girseyî hatin cihê rûniştina dozê. Tevî malbatên karkeran, bi sedan kes, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û rojnamevan ji bo şopandina rûniştina dozê ji derveyî bajêr hatin. Piştî kontrola li bendên polîsan, derbasî salona rûniştinê bûn. Bi hinceta lêkolînên dosyeyan doz taloqî 18'ê tebaxê kirin.

(zt)