Akademiya adaleta civakî
09:33
Zêrîn Kurtay - Roksen Efrîn/ JINHA
QAMİŞLO - Akademiya Mezopotamya yê, xebatên xwe nirxandin û diyar kirin ku ew têkoşîna xwe ya li hember hişmendiya desthilatiyê didin meşandin û ji bo ku ew bingeha civaka wekhev avabikin li her derê xebatê xwe bi rêve dibin.
Rêveberiya Akedemiya Mezopotamya yê ya bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Çekdar Îmar derbarê kar û barê xwede nirxandin kirin. Çekdar got: "Di Akademiya Mezopotamya yê de ji bo ku em adelet û hûkuka rast bidin avakirin em xebat dimeşînin. Ne ligorî pîvan û zagona dewleta desthilatdar li gorî paradîgmaya civaka demokratîk em zagonê xwe diyar dikin û dixwezin bingeha civakê bidin wiha bidin rûnişkandin."
Çekdar derbara vekirina Akedemiyê de wiha got: "Ev Akedemî di 4'ê Nîsana 2013'an de hat avakirin. Di serî de bi navê Mezopotamya Hukuk hat vekirin. Lê piştre me navê wê guhert û me kir Akademiya Mezopotamya, Akedemiya Adeleta Civakî. Desthilatdaran di bin navê hûkukê civak tune kir û xwe li ser kedê civakê mezin kir. Lê divê hukuk ehlaqa civakî esas bigre û biparêze. Ji ber vê yekê em bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo esas digrin. Ji bo ku wekhevî û demokasiya civak bê esas girtin pêwîste ehlaq û vîna civakê neyê piştçav kirin."
Çekdar da zanîn ku eger kesayet xwe ji hişmendiya desthiladar rizgar neke û têkoşînek rêxistinî li hember pergalê nede nikare behsa maf û wekheviya mirovan bike. Ji ber vê yekê ji bo pêşengtiya avakirina civaka demokratîk û wek hev pêwîste têkoşîn bi kesayetê xwe re jî bide.
Endama Akademiya adaleta civakî Rojda Mustafa Hasan behsa tevlîbûna xwe ya akademiyê kir û wiha pêde çû: "Di serî de ji bo ku kesayet û dîroka xwe nasbikim, min serî li Akademiyê da. Bi dîtina perwerdê re ketim ferqê gelek nebesiyên xwe. Ji ber wê pêwîste her ciwanek ji bo ku dîroka xwe nasbike hewildan û lêgerîn pêşbikeve."
Rojda ji bo avakirina bingeha civaka demokratîk û wekhev jî wiha got: "Eger mirov dîroka xwe nasneke nikare hûkuka rast bide meşandin. Pergal her bi zorê û tundiyê, hebûna xwe li ser civak û mirovan daye avakirin. Ev yek jî tê wateya vîna gel, maf û hebûna civak bin pêkirine û ji nedîtî ve hatine. Ji bo guhertina vê pergalê û hişmendiyên ku pergal daye avakirin têkoşînek me a bîrdozî û felesfî tê xwestin."
Roda Hesekê behsa dibistanên Rejîma Baasê kir û wiha got: "Li dibistanan perwerdeyên ku me didît ne li ser bingeha avakirina civakê ye, dijberî wê ji bo jiyanek ezezî û tenê berjewendiya xwe fikirandin heye. Lê belê piştî ku hatim Akedemiyê û ketim nava lêgerînên kur. Êdî armanca min ji berjewandiya keseyet derdikeve û ji bo serkeftina civakê ez dixebitim. Ji bo hemû civakên bin dest û bi taybet ji bo mafê jin ez hewildidim li vir têkoşîna rastiyê bikim û serkeftinê bidest bixim. Li ser pîvanên kesayetê azad lêhûrbuna min pêşdikeve. Kesên ku beşa hûkukê dixwînin pêwîste hemû berê xwe bidin vê Akademiyê û rastiya hûkukê civakê nasbikin û dîroka xwe li vir lêkolîn bikin."
(rc)