Zaroka 2 salî bi îskencê jiyana xwe ji dest da

18:25

JINHA

KAYSERİ - Li Kayseriyê zaroka 2 salî ji ber îskenceya ku dît jiyana xwe ji dest da. Dayîka zarokê û kesên bi navê M. A û K. D bi sucê 'bi îşkenceyê qetilkirin' hatin girtin û sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li Kayseriyê duh bi şev M. A ji 112 yê alîkariya lezgîn xwest û diyar kir ku lawê wî ya 2 salî navê wî Adem e ji ber li erdê ketiye ji xwe çuye. Dema ku ekîbên tenduristiyê çun malê dîtin ku di laşê zarok de şopên îskencê hene, piştî mudaxeleya destpêkê zarok rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Kayseriyê. Dema ku hat zanîn nefesa zarok qediyaye, li gel hemû mudaxeleyan zarok nehat xilas kirin. Li gorî otopsiyê ruviyên zarok ya zirav qetiyane û xwînbûna navxweyî derbaskiriye, di laşê wî de jî morbûn hene, hate diyar kirin ku bi giştî qasî 15 cihan derbên li ser laşê wî hatiye xuyakirin.

Li gel lêkolîna Serdozgeriya Komarê dayîka Adem û du mêrên bi navê M. A û K. D bi sucdariyê hatin binçavkirin. Dema ku lêpirsîna M. A û K. D qediya ji ber bi sucê ' bi îskenceyê qetilkirin' sewqî edliyê hatin kirin.

(zt/ch)