Delîlên doza Ekrem Kaçeroglu ya hatibû qetilkirin tê winda kirin
10:40
Ceren Karlidag/ JINHA
ÎZMÎR - Ekrem Kaçeroglu ya di çalakiyên ji bo Kobanê ya di 6-7 Kewçerê de pêk hatibû de bi awayekî hovane hatibû qetilkirin ji bo kujerên wî ji dadgehê cardin biryaya girtinê derneket. Hevserê Ekrem û dayika wî li hember biryara dadgehê bertek nîşan da û gotin: '' Em vê doza xwe bernadin''
Doza Ekrem Kaçeroglu ya di 6-7 Kewçer 2014'an de di çalakiyên Kobanê de li ber çavên polîsan ji alî komên netewperest ve hatibû linçkirin li Dadgeha Îzmîrê ya 8'emîn a Cezaya Giran de danîşîna duyem hate dîtin. Parezerên malbata Ekrem piştî dadgehê diyar kirin ku ji ber cilên Ekrem ya dema hatibû qetilkirin û qeydên kamerayan teslîmî dadgehê nehatiye kirin tê xwestin ku delilan ji holê rabikin. Dayika Ekrem Şîrîn Kaçeroglu û hevsera wî Dilşah dan zanîn ku li hember hemû polîtîqayên çewisandinê û xebatên windakirina delîlan wê hesab bipirsin û heta dawiyê li pêy doza xwe bin.
' Dixwazin dosya bidin winde kirin'
Dilşah Kaçeroglu, ji ber di danîşîna dawî de jî dîmenên kamerayê nehatiye girtin îsyan kir û got: '' Em li kîjan dewrê jiyan dikin ku heta niha çend dîmen nikarin bibinin? Dixwazin dosya bidin winde kirin.'' Dilşah bi bîr anî ku der heqê bavê Ekrem ,Bedrettîn Kaçeroglu de jî ji ber êrîşa polîsan kiriye lêpirsîn hatiye vekirin û wiha berdewam kir: ''Dema buyer diqewime bavê Ekrem ji bo wî ji destê netewperestan bigre diçe lê polis ji bo vê jî destur nadê û niha lêpirsîn jê re vedikin. Ka wî çi bikira? Hin kesên din ba dibe ku yên hemberî xwe bikuştaba jî.'' Dilşah da zanîn ku Ekrem cara yekem tevlî çalakiyek bûye û axaftina xwe wiha domand: '' Damîşî serjêkirina mirovan nedibû ku em ji ber vê rewşê bi hev re digiriyan. Wî dengê wîcdana xwe guhdar kir û derket kuçê. Dîmenên ku derket holê, hevserê min bi çi awayî hatiye kuştin diyar dike. 10 sal jî 20 sal jî ji ser vê dozê derbas bibe em dev ji doza xwe bernadin. Heger pêwîst be ez ê her sê keça xwe jî bikim parêzer ku kujerên bavê wan bila bê ceza nemînin. Ez dixwazim ku kujerên hevserê min cezaya heq dikin bila bikşînin.''
' Dema lawê min dihat kuştin we çima tu tiştek nekir?'
Dayika Şîrîn Kaçeroglu jiyandinên xwe wiha anî ziman: '' Lawê min hatibû derb kirin, hemû kesan dîtibû ku li erdê rastî lincê hatibû. Kesên ku wî linç kir jî bi rehetî li zikaka digerin. Ev edaletek çawa ye? Di deste lawê min de ne çek, ne kêr, ne jî kevir hebû. Emnîyet bi hinceta ' li me daye' li hevserê min jî doz vekirine . Ez jî ji wan dipirsim heger ew polis bûn dema li ber çavên wan lawê min linç kirin çima tû tiştek nekirine? Şîrîn êrîşa ku çeteyên DAİŞ'ê cardin li ser Kobanê dane bi bîr anî û wiha axivî: '' Min dema êrîşên ku li hember Kobanê bihîst, ez kahr bûm. Heger ji deste min bihata ez ê jî biçûma alîkariya wan. Canê me ji yê wan ne çêtir e. Ji min re wek ruhê kurê min li Kobanê be tê.
' Min Ekrem ji wîcdana Tirkiyê re hîştiye'
Şîrîn hestên xwe anî ziman û got: '' Min Ekrem ji wîcdana Tirkiyê re hîştiye'' Şîrin axaftina xwe wiha domand: '' Ez aşitiyê dixwazim û dixwazim ku êdî dayik negirin. Lawê min jî ji bo ku êdî bila mirov nemirin çû çalakiyê. Derûniya nêviyên min xira bûye. Em ne neyarên vî welatî ne, hemwelatiyên wî ne. Erdogan dibêje ' bihûşt di min nigên dayikan de ne' lê ev hêrsên çavên dayikan dê çi bibe? Çima vî pirsî li xwe nakin? Li dadgehê hemû kes li hinda me bûn, em bi hemûyan ser bilin im. Heta danişînek din jî ez bang li hemû kesên ku bi wicdan in dikim ku werin tevlî dadgehê bibin.''
(ch)