Doza Sebahat Tuncel taloqî 7'ê Tîrmehê bû

11:32

JINHA

STENBOL - Runiştina doza Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel li Dadgeha Çaglayan hat dîtin, doz taloqî 7'ê Tîrmehê hat kirin.

Runiştina doza Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel ya ku bi hinceta "endama rêxistinê" yê 8 sal û 9 meh ceza hatibû dayîn û serî li Dadgeha Makezagonê dabû û biryara ji nû ve darezandinê hatibû dayîn li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Çaglayan Stenbolê hate dîtin.

Bi hinceta Dozgerên nû hatine dabûnkirin doz taloqî 7'ê Tîrmehê saet 09.00'an hat kirin.

(zt/ch)