'Divê qirkirina Maritsa bê ronîkirin'
11:23
JINHA
STENBOL - Sibê wê doza Maritsa Kuçuk ya ku di qirkirina jinên Ermeni ya Samatya de jiyana xwe ji dest dayî bê dîtin. Komisyona Lihember Newekhevi û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê banga ronîkirina qirkirinê hate kirin.
Di derbarê êrîşa di 23'yê Çile ya sala 2013'an de li ser jinên Ermenî ya li Samatya hate kirin û runiştina doza Maritsa Kuçuk ya ku di heman bûyerê de jiyan xwe ji dest dayî de Komisyona Lihember Newekhevi û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê doza Maritsa di çarçoveya qirkirina ser jinên Ermenî ya li Samatyayê de bê dîtin û doza mexdurek din ya heman bûyerê Sultan Aykar jî bê dîtin. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku divê di doza Maritsa de û piştî qetilkirina wê, tiştên derketîn holê bên dîtin û bûyer bê ronî kirin.
15'emîn runiştina dozê wê sibê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Adliyeya Çaglayan de bê dîtin.
(zt/ch)