Sebahat Tuncel ji doza dihat darizandin beraat kir

11:44

JINHA

STENBOL- Di doza Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel de biriyara beraatê hate dayîn.

Di derbarê Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel de bi hinceta "endama rêxistinê ye" doz hatibû vekirin û di dozê de 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Doza ku li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de dihat dîtin dozgeriyê biryara berdanê da. Parêzeran jî biriyara dozger erênî dîtin û heyeta dadgehê ji ber nedîtina delîlên şênber der heqê Sebahat Tuncel de biryara beraatê da.

(zt/ch)