Melayê ku îstismara zayendî li zarokan dikir hat girtin

17:37

JINHA

BARTIN - Li gundê Ulugeçitambarci yê Bartinê, melayê bi navê A. K ê ku îstismara zayendî li 3 zarokên keç ên diçûn qursa quranê dikir hate girtin.

Li gundê Ulugeçitambarci yê Bartinê derket holê ku melayê bi navê A. K ê 52 salî îstismara zayendî li 3 zarokên keç ên diçûn qursa quranê kiriye. Li ser tiştên malbatên zarokên bi navê S. T ya 10 salî, Î. T ya 11 salî û S. G ya 14 salî anîn ziman, mela ji aliyê leşkeran ve hat girtin. Piştî lêpirsîna li gel leşkeran mela sewqî dadgehê hate kirin û li wê jî ji aliyê nobedarê dadgehê ve hat girtin. Mela yê ku 9 mehin li heman gundî peywirê dike sucê xwe nepejirand û bi gotinên weke "Min dest daye çenga xwendekaran, lê ev bi giştî di çarçoveya mamoste û xwendekar de hatiye kirin. Ez ev sucê ku tên gotin napejirînim."

(zt/ch)